Gerîlayên HBDH û KBDH’ê: Divê gel xwedî li berxwedana gerîla derkevin

Gerîlayên HBDH û KBDH’ê bang li gel kir ku divê xwedî li berxwedana gerîla derkevin. Gerîlayan anî ziman ku divê berxwedan li kolanan bê xurtkirin û got: “Desthilata AKP-MHP’ê wê rizgar nabe."

Gerîlayên Tevgera Şoreşgerî ya Yekbûyî ya Gelan (HBDH) û Tevgera Şoreşgerî ya Yekbûyî ya Jinan (KBDH) Tîjda Tîrêj û Îmera Fera Yeşîlgoz berxwedana Bazen Zagorsê û Cenga Xabûrê silav kirin.

Tîjda Tîrêj: Êrîşên qirker û faşîst ên dewleta Tirk her roja diçe li ser Kurdistan û gelê Kurd zêde dibin. Çawa ku artêşa Tirk li Garê têk çû wê têkçûna wê dom bike. Ji bo xwe ji vê rizgar bike, êrîş bire ser Herêmên Parastinê yên Medyayê. Li vir gerîla bersiva wan da.

‘GEL DIVÊ BERÊ XWE BIDIN ÇIYAN’

Gerîla li ber van êrîşan bêdengî nehilbijart û bersiv da. Di berxwedana Cenga Xabûrê û Baxên Zagorsê de teknîka dijmin vala derket. Tevî hemû tenîka pêşketî hêzên gerîla bi çalakiyên dike, bersivên xurt dide dagirkeran. Ev çalakî hem ji bo gerîla hem jî  ji bo gel bûye çavkaniya moralê. Gerîlayên HPG û- YJA Starê tevî hemû teknîk û zehmetiyê erk û berpirsyariyên xwe bicih aniye. Gerîla bi rola xwe radibe, divê gelê me jî hêz û moralek mezin ji vê bigire, gel vê rêyê ji bo xwe rêya serketinê bibîne û hêzê bide. Divê gelê me yê Başûrê Kurdistanê faşîzmê qebûl neke, jin û ciwan berê xwe bidin çiyayên Kurdistanê. Bibin yek, li dijî faşîzm û dagirkeriyê rawestin. Divê em ji bîr nekin mîna ku Rêber Apo gotî; ‘Deam gel û gerîla  bû yek wê ti hêz nikaribe xwe li ber wan bigire’.”

‘DESTHILATA AKXW-MHP’Ê WÊ RIZGAR NEBE’

Îmera Fera Yeşîlgoz: Faşîzma AKP-MHP’ê ya ku duh çawa li Cenga Heftanîn û Garê têk çû, wê îro li Metîna ,Zap, Avaşîn-Basyan jî têk biçe. Ti hêzê, balafir, teknîk û çek wê li pêşberî hêza gerîlayê azadiyê, berxwedan hêza azadiyê nikaribe xwe bigire û wana tune bike. Gerîla hêza azadiyê ye. Gerîlayên hêza azadiyê ne li her derê û li her derê ye. Îro gerîlayên HBDH’ê  û KBDH’ê li gel gerîlayên HPG û YJA Starê li gel gerîlayên azadiya Kurdistanê li dijî faşîzma AKP-MHP’ê li çeperan cihê xwe girtine, carekî din soz didin ku em ê têkoşîna şoreşgerî ya yekbûyî bidomînin. Divê ti guman kesê nebe ku faşîzma AKP-MHP’ê bi têkçûnek ji ya Garê mezintir ji vir veqete. Em ê bi vê zanabûnê li dijî her êrîşeke dagirkeriyê ya Tirkiye li ber xwe bidin.”

‘DIVÊ BERXWEDAN BELAVÎ KOLANAN BIBE’

Divê berxwedana gerîlayên HPG û YJA Starê ya li Avaşîn-Besta û Metînayê tê kirin bigihêje kolanan. Em HBDH û KBDH bang li şoreşgerî ciwan, jin û hemû gelên Tirkiyeyê dikin. Divê îro kolanên Tirkiye veberin Avaşîn-Basyan. Divê kolanên Tirkiye bibe Metîna. Nêzîkbûna serketinê bi pêşxistina têkoşîna me ya şoerşgerî ya yekbûyî ve mimkûn e.”