'Gelên Rojhilata Navîn bi Ocalan azad dibin'

Welatiyên Ereb ên Efrîn û Şehbayê komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê şermezar kirin û gotin, bi berxwedana bi pêşengiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven dest pê kiriye wê rê li ber azadiya Ocalan veke.

Ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê, li her deverê xwepêşandan tên lidarxistin. Welatiyên Ereb ên Efrîn û Şehbayê jî komplo şermezar kirin û diyar kirin ku wê bi berxwedanê tecrîd û komplo têk biçe.

Ji pêkhateya Ereb Welei Hesen ku ji Efrînê ye, komploya 15'ê Sibatê şermezar kir û got, "15'ê Sibatê ne tenê ji bo gelê Kurd rojek reş e, di heman demê ji bo gelên ku bi raman û felsefeya Serok Apo dijîn jî rojeke reş e."

Hesen diyar kir, ku kesî nekarî gelên Rojhilata Navîn azad bike, lê belê bi felsefeya Ocalan niha gelên herêmê azad in.
 
Hesen bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk ên li ser pêkhateyên herêmê û got: "Em êşkenceya artêşa Osmaniyan ji bîr nakin."

Hesen bi bîr xist, bi vîna Ocalan daye wan ew li Şehbayê li ber xwe didin û got: "Çi bê xwestin em amade ne û em ê Rêberê xwe û Efrînê rizgar bikin."

'RAMAN Û FIKRÊN OCALAN AZAD IN'

Welatiya Ereb a ji Şehbayê Israi Îbrahîm jî komplo şermezar kir û got: "Hêzên komploger ji bo ku ramanê Serok Apo li pêşiya wan bûye asteng ku kiryarên xwe pêk bînin, bi komployekê xwestin dawî li vî ramanê bînin."

Îbrahîm bal kişand ser çalakiyê ku di dema komployê de pêk hatin û rewşa niha ya çalakiyan û got: "Wê demê çalakiyên pir mezin hatin kirin û heta şehîd jî me da. Niha jî çalakiyên grevên birçîbûnê yên bi pêşengiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven dest pê kirine bi biryardarî heta şikandina tecrîdê didomin. Ez wan silav dikim. Hevdîtin hate kirin, em bi hevdîtinê kêfxweş in, lê nayê wateya tecrîd bi dawî bûye. Dibe Serokê me girtî be, lê raman û fikrên wî azad e."

'15'Ê SIBATÊ JI BO HEMÛ CÎHANÊ ROJEKE REŞ E'

Welatiyê bi navê Elî Feyêz El-Elemîn a ji Şehbayê jî da xuyakirin ku 15'ê Sibatê ne tenê ji bo Kurdan ji bo hemû cîhanê rojek e reş e û got: "Yekan e sedema komployê ew  e ku belavbûna ramanên Serok Apo ya li hemû cîhanê ye. Ev ne rojeke ji bo Kurdan reş, ji ber ku ji bo hemû  cîhanê rojeke reş e."

El-Elemîn bal kişand ser grevên birçîbûnê yên dema girtina Ocalan û grevên birçîbûnê yên di roja îro de ji bo şikandina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: "Ev berxwedan wê bi ser bikeve."

'ŞOPDARÊN RÊYA WE NE'

Welatiya ji gundê Ehrezê ya bi navê Sibah El-Hasêr jî komploya 15'ê Sibatê şermezar kir. El Hasêr berxwedana grevên birçîbûnê ya bi pêşengiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven destpê kiribû silav kir û got: "Em ê li ser rêya berxwedana we bin."

Nebîhe Şêxo ya ji Şehbayê jî diyar kir ku ji bo şikandina tecrîdê û pûçkirina komploya navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gel jinên Efrînê tim li qadan di nava çalakiyan de ne. 

Jina bi navê Fatmê Hesen jî komplo şermezar kir û berxwedana Guvenê silav kir û got: "Dewletên desthilat ji ber felsefeya Serokatî ya her diçe nava civakan de belav dibe û gel bi rêxistin dike, bi komployekê Serokê me dîl girtin."