Gelek gundên Şehba û Şêrawayê hatin bombekirin

Dewleta Tirk a dagirker sê gundên ser bi navçeya Şêrawa ya Efrînê û gundekî Şehbayê bombe kir.

Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, bi dema herêmê saet di 09:00 de gundên Soxanekê, Aqibê û Ziyaretê yên navçeya Şêrawayê hatin bombekirin.

Di heman demê de gundê Semuqa yê Şehbayê û Bendava Şehbayê jî bû hedefa êrişan.

Agahiyên berfireh li ser êrişan hîn nehatin bidestxistin.