Gelê Rojavayê Kurdistanê li dijî komployê daketin qadan

Komploya Navnetewî ya 15’ê Sibatê ya 1999’an a li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gelek bajarên Rojavayê Kurdistanê bi meş û mîtîngan hate protesto kirin.

Bi hezaran welatiyên navçeyên Girkê Legê, Tirbespiyê, Amûdê, Çilaxa, Dêrik û Kantona Qamişlo li dijî Komploya Navnetewî herikîn qadan.

GIRKÊ LEGÊ

Li navçeya Girkê Legê ya girêdayî Kantona Qamişlo bi sedan kes li dijî Kompoya Navnetewî li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan. Şênî wêneyên Ocalan hildan û dirûşmeya `Êdî bese bêdengî li hember doza serokê me` berz kir.

Meş ji qada Şehîd Xebat Dêrik a navçeya Girkê Legê destpê kir. Girse di nav kolana sereke ya navçeyê de meşiyan û sloganên azadiya Ocalan berz kirin.

Li navenda navçeyê meş veguherî mîtîngê. Hevserokê Meclîsa navçeya Girkê Legê Mihemed Cemîl axivî û got: "Komploya der heqê Ocalan de têkbirina projeya neteweya demokratîk li Rojhilata Navîn armanc dikir. Lê armancê komployê têk çû, ji ber ku gelê Kurd fikr û felsefeya Ocalan ji xwe re kir bingeh, têgeha neteweya demokratîk li Sûriyê da rûniştandin û tevahiya pêkhateyên Sûriyê komî ser her kirin."

Di dawiya axaftina xwe de Mihemed Cemîl komplo şermezar kir û mîtîng bi dirûşmeyan bi dawî bû.

DÊRIK

Bi hezaran welatiyên herêma Dêrikê bi hemû pêkhateyên xwe li Qada Azadî ya bajêr kom bûn û Komploya Navdewletî şermezar kir. Di meşê de dirûşmên silavkirina berxwedana Ocalan hatin berzkirin û wêneyên Ocalan hatin hildan.

Meş li Navenda Ciwanan a Şehîd Bawer veguherî mitîngê. Di mîtîngê de hevserokê Meclisa Herêma Dêrikê Mihemed Abdulrehîm axivî û Komploya Navdewletî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û wiha got: "Roja 15`ê Sibatê rojeke reş e li ser eniya dewletên ku destê wan di komployê de hebû."

Abdulrehîm destnîşan kir ku Komploya Navnewletî ne tenê li dijî Ocalan e, hemû gelên şoreşger û azadîxwaz dike armanc. Abdulrehîm di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Tevî ku 20 sal li ser dîlgirtina rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derbas bûne, tevî ku em ji rêberê xwe dûr in jî lê eşqa me ji wî re, ji fikr, felsefe û têkoşîna wî re rihê têkoşînê di hundirê me de vedijîne. Heta ku armancên rêberê me pêk bên, heta ku em wî azad bikin, em ê li ber xwe bidin.”

Mîtîng bi dirûşmên şermezarkirina Komploya Navdewletî û silavkirina berxwedana Ocalan, berxwedana Leyla Guven û hevrêyên wê yên di greva birçîbûnê de, bi dawî bû.

ÇILAXA

Bi heman armancê bi sedan welatiyên navçeya Çilaxa meşek li dar xist. Meş li deriyê veguhestina navçeyê dest pê kir. Di meşê de dirûşmeyên şermezarkirina komployê hatin berzkirin û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan. Meş li qada navenda navçeyê veguherî mîtîngê. Di mîtîngê de daxuyanî ji aliyê endamê rêveberiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ê navçeya Çilaxa Abdulselam Ebas ve hat xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

"Dewletên ku destên wan di komployê de hebûn û bi taybet Tirk, difikirîn ku wê agirê berxwedanê û têkoşînê bi dîlgirtina rêber Ocalan, vemirînin. Lê wan nizanîbû ku fikr û felsefeya rêber Apo di nava tevahî gelê Kurdistanê de belav bûye û hemû gel li ser rêya wî dimeşin. Armanca wan ew bû ku têkiliyên di navbera Rêber Apo û gelê azadîxwaz de, qut bikin. Tu hêz di cîhanê de nikare felsefeya azadiyê ya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye gelê Kurd tune bike. Ji ber fikrên rêber Ocalan kilîta çareseriya aloziyên Rojhilata Navîn e. Em bang li hemû dewletên cîhanê dikin ku li derdora doza rêber Ocalan kom bibin. Banga azadiya wî bikin. Her wiha em bang li tevahî gelê xwe dikin ku bi yekdengî banga azadiya rêber Ocalan bikin."

Mîtîng bi dirûşmên banga azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bû.

TİRBESPIYÊ

Bi sedan welatyên Tirbespiyê bi dirûşma ‘Em ê faşîzmê bişikînin, tecrîdê bi dawî bikin û li ser rêya neteweya demokratîk bimeşin’ li Qada Azadî ya navçeyê kom bûn.

Meşvanan wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hildan, di nav kolanên bajêr re meşiyan û dirûşmên şermezarkirina komployê qîriyan. Meşê heta pêşiya navenda Kongreya Star berdewam kir. Meş li navenda Kongreya Star veguherî mîtîngê. Piştre li ser navê PYD’ê, meclîsa navçeya Tirbespiyê û Kongreya Star axaftin hatin kirin.

Axaftvanan teqez kir ku piştî ku dewletên desthilatdar dît ku fikr û ramanên Ocalan li ser berjewendiyên wan xetereyê çêdikin, komplo pêk anîn

Meş bi dirûşmên ji bo azadiya Ocalan bi dawî bû.

AMÛDÊ

Li navçeya Amûdê jî bi sedan welatî daketin qadan û Komploya Navnewletî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir.

Meş ji Qada Jinan a li navenda Amûdê dest pê kir û di nav kolanên navçeyê re geriya. Welatiyan dirûşmên şermezarkirina komployê berz kirin. Meş li ber Navenda Ciwanan veguherî mitîngê.

Di mitîngê de gelek axaftin hatin kirin. Di axaftinan de Komploya Navdewletî û bêdengiya navneteweyî li hember binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker hatin şermezarkirin.

Mitîng bi dirûşmên silavkirina berxwedana girtiyên di zindanên Tirkiyê de qediya.

KOBANÊ

Bi deh hezaran welatiyên herêma Firatê li Kobanê hatin cem hev û Komploya Navnetewî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin. Meşvanan wêneyên Ocalan hildan û drûşemyên ku bêdengiya navnetewî ya li dijî Komployê berz kirin.

Meşvanan pankartên ‘Rûmeta gelên herêmê û îradeya wan bi kesayet Ocalan ve girêdayî ye" hildadan. Meşvan tevî barîna baranê ya zêde, 2 km meşiyan.

Şênî li Qada Jina Azad a navenda bajêr kom bûn. Hevserokê Meclîsa Rêveber a herêma Firatê Enwer Mislim axivî û destnîşan kir ku dewleta Tirk ji bo ku ramanên Ocalan ji gelên azadîxwaz qutbike ew dîlgirtin. Enwer Mislim diyar kir, aliyên ku navê parêzvanên mafê mirovan li xwe dikin, li gorî fermanên dewletan dixebitin û karê xwe yê sereke jibîr dikin. Enwer Mislim gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Vaye Ermen, Kurd, Ereb û Tirkmen hemû beşdarî meşê bûn û van gelan ferman ji destê dewleta Tirk dîtine. Vaye ew jî tevlî meşê bûne û navê Ocalan diqîrin.”