Gelê Efrînê li dijî dagirkeran daket qadan

Li navenda bajarê Efrînê gel li dijî dewleta Tirk û çeteyên wê çalakî li dar xistin.

Gelê Efrînê li Qada Kawayê Hesinkar ku roja 27’ê Hezîranê teqîn çêbûbûn li hev civiyan û bi dirûşmeyan xwestin dewleta Tirk û çeteyên wê ji Efrînê werin derxistin.

Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku di nava girseya gel de kesên ku ji Gûtayê hatine li Efrînê bicihbûne jî hene. Çavkaniyan ragihandin ku kesên ji Gûtayê hatin jî ji zext û pêkanînên dewleta Tirk û çeteyên wê aciz bûne.

Li Efrînê di nava 3 rojan de zêdetirî 100 kes ji aliyê dagirkeran ve hatin revandin û ev jî bû sedem ku girseya gel dakeve qadan.

ÊŞKENCE, REVANDINA MIROVAN, ÎNFAZ....

Tevgera dagirkirina Efrînê ya dewleta Tirk a dagirker roja 18’ê Çileya 2018’an destpêkir û di 18’ê Adarê de bi ketina navenda bajar re didome û heta niha zêdetirî 500 sivîl hatin qetilkirin, bi sedan sivîl hatin revandin, êşkence hate kirin û tecawûzî jinan hate kirin.

Hinek hevkarên Kurd yên girêdayî ENKS-PDK’ê êşkence li malbatan kirin.

Eşîrên Ereb yên Bobiyan û Îmaret ku li dijî dagirkeiryê nerazîbûn nîşan nedan jî ferdên eşîra wan hatin kuştin. Eşîra Bobiyan bi çete û dagirkerên Tirk re şer kirin, endamên eşîrata Îmarat jî piştî kuştina dixtorekê merasîma cenaze veguherandin protestoyê.