Li Efrînê 6 çete hatin kuştin

Şervanên YPG’ê li Efrînê li dijî çeteyên artêşa Tirk a dagirker 2 çalakî lidarxist û di encamê de 6 çete hatin kuştin.

Navenda Ragihanê ya YPG'ê derbarê 2 çalakiyên ku şervanên YPG'ê di çarçoveya Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê de li dijî komên çete pêk anîn, daxuyaniyek da.

Navenda YPG’ê ragihand ku di çarçoveya pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê ya li Efrînê de çalakiyên hêzên wan  yên li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê didomînin.

Daxuyanî wiha didome; “Di vê çarçoveyê de hêzên me roja 24’ê Hezîranê li ser rêya di navbera gundên Dêwa û Til Silor a navçeya Cindirêsê li hemberî çeteyeke girêdayî Feyleq El-Şam çalakiya sûîqastê lidarxist. Di encama çalakiyê de çeteyek hate kuştin.

Roja 25’ê Hezîranê komeke çeteyên Feyleq El-Şam ên li gundê Amara yê girêdayî navçeya Mabata bi cih bûbûn, yekîneyênme koma çete kir hedef. Di  encama çalakiyê de 5 çete hatin kuştin û wesayîteke leşkerî ya çeteyan hate rûxandin.”

YPG’ê ragihand ku bi vê çalakiyê re hejmara kuştiyên leşker û çeteyên dewleta Tirk ji destpêka Berxwedana Serdemê ve bûn 2 hezar û 491.