Gelê Dirbêsiyê dagirker protestokirin

Li bajarê Dirbêsiyê yê Rojava bi sedan kes li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk meşiyan.

Li bajarê Dirbêsiyê yê Rojava, bi dirûşmeya "Na ji dagirkerî û guhertina demografiyê re" bi sedan xelkê herêmê xwepêşandenek ji bo şermezarkirina gef û êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dar xist.

Xwepêşandan ji pêş navenda ciwanan a li naverasta navçeyê ber bi kolana sûka navendî ve dest pê kir. Di xwepêşandanê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên Meclîsa Malbatên Şehîdan hatin hildan.

Li sûka navendî xwepêşandan veguherî mîtîngê. Li wir endama Kongra Star Nesrîn Memê daxuyanî xwend.Nesrîn Memê diyar kir ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker ji bo zindîkirina serdema Osmanî ye û wiha pêde çû: “Dewleta Tirk rojane li dijî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê komkujiyan pêk tîne, zarokan dike armanc."

Di daxuyaniyê de êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hedefgirtina fermandarên YPJ’ê hate şermezarkirin.

Di daxuyaniyê de bang li civata navneteweyî û hêzên navneteweyî hate kirin ku bi erkên xwe yên mirovî rabin û qada hewayî ya herêmê bigirin da ku rê li ber êrîşên dewleta Tirk ên bi balafirên bêmirov bigirin.

Xwepêşandan bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.