Gelê Dêrikê dewleta Tirk û hevkarên wê protesto kirin

Li bajarê Dêrikê yê Rojava li hemberî êrîşên dagirker ên dewleta Tirk û hevkarên wê meşek hate lidarxistin.

Dewleta Tirk a dagirker êrişên qirkirinê zêde kiriye. Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) beşdarî planên êrişê yên dagirkeriya Tirk dibe û heta niha di êrişên li dijî gerîla de roleke mezin lîstiye. Li hember êrişên qirkirinê bertekên gel û şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde dibin û van êrişan wek hedefgirtina îradeya xwe dihesibînin.

Di vê çarçoveyê de şêniyên Dêrikê û herêmên Koçerat û Beravê tevî partiyên siyasî û oldaran li Qada Azadî a Dêrikê kom bûn û dest bi xwepêşandanê kir. Xwepêşandêran êrişên dewleta Tirk a dagirker, binpêkirina qanûnên navneteweyî ku civata navneteweyî li hember wê bêdeng e şermezar kirin.

Xwepêşandêr di kolanan geriyan, dikandaran jî dikanên xwe girtin. Beşdaran wêneyên zarok û jinên di encama topbarana dewleta Tirk a dagirker a li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de şehîd bûne, hildan.

Li pêşiya Navenda Dîcle ya Çand û Hunerê ya Dêrikê hevserokê Meclisa Navçeya Dêrikê Mihemed Ebdurehîm axivî û bal kişand ser dîroka komployên têkbirina vîna gelan û got: "Em di qonaxeke hestiyar re derbas dibin, her wiha sedsaliya Peymana Lozanê ya ku herêm parçe kir û gelê wê ji mafên wan bêpar kir, nêz dibe. Îro jî bi rêya planeke nû careke din vîna me dikin hedef.”

Ebdurehîm anî ziman ku êdî gel xetereya planên dijber û rastiya dewletên mêtinger ku berjewendiyên xwe li ser hesabê xwîna gelên herêmê saz dikin, nas dike.

Ebdurehîm diyar kir ku gelê azadîxwaz û yên di berxwedan û têkoşînê de baweriya xwe bi fikrê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan anîne, ne mumkin e ku çokan ji dagirker û faşîstan re deynin.

Ebdurehîm hevkariya PDK’ê di êrişên artêşa Tirk ên li dijî gerîla de şermezar kir û wiha dewam kir: "Êdî xiyaneta PDK’ê eşkere ye ku korîdoran ji dagirkeriya Tirk re vedike da ku derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bibin."

Hevserokê Meclisa Navçeya Dêrikê Mihemed Ebdurehîm wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Dewleta Tirk a faşîst li ser bingeha tunekirina nasnameya gel û dîroka wan û pêkanîna sûcan, hebûna xwe xurt dike."

Endama Rêveberiya Kongra Star a Dêrikê Şadiye Yûsif jî axivî û destnîşan kir ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji hemû cîhanê re îsbat kir ku dikarin dagirkeran têk bibin.

Şadiye beşdarbûna PDK’ê tevî artêşa Tirk a dagirker di êrişên qirkirinê yên li dijî welatiyêan de şermezar kir û got ew ê li hemberî siyaseta PDK’ê ya li dijî gerîlayên li çiyayên Kurdistanê bêdeng nemînin.