Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî, li ser hesaba xwe ya medya dijîtal daxuyaniya Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan a li ser çalakiya Enqereyê, derewand.
Peyama Mezlûm Ebdî wiha ye:
“Yên ku êrişa li Enqereyê kirin, weke ku rayedarên dewleta Tirk îdîa dikin di herêmên me re derbas nebûne. Em ne alîgirê pevçûnên navxweyî yên Tirkiyeyê ne û em teşwîqî zêdebûna van pevçûnan jî nakin. Lêgerîna Tirkiyeyê ya li hincetên ji bo rewakirina êrîşên xwe yên berdewam yên li ser herêmên me û destpêkirina êrîşeke leşkerî ya nû, fikara me ya kûr zêdetir dike.
Armanckirina jêrxane û çavkaniyên aborî yên herêmê û bajarên niştecihbûyî tawaneke şer e û me berê jî ev yek dîtibû. Ji ber vê yekê em bang li aliyên garantor û civaka navnetewî dikin ku li hember van metirsiyên dubare helwestên guncaw werbigirin û aramî û aştiyê li herêmê misoger bikin.”