Endamê Ewlehiya Hundirîn Mihemed Hiso Şehîd bû

Endamê Ewlehiya Hundirîn Mihemed Hiso, di bombebarana li dijî Bendava Tişrînê hat kirin de şehîd bû.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlehiya Hundirîn li ser şehadeta Mihemed Hiso daxuyaniyeke nivîskî da. 

Daxuyanî wiha ye: 
"Endamê hêza me Mihemed Hiso, di berxwedana li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dijwar ên dewleta Tirk û çeteyên wê de gihişt merhaleya şehadetê.

Êrîşên hovane yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî gelê me û binesaziyên herêma me didomin. Erîşa dawî dijminahiya dewleta Tirk a li dijî gelê me careke din nîşan dide. Em soz didin Şehîd Mihemed Hiso û çi şervan çi sivîl soz didin hemû şehîdên me xwe yên qehreman ku dê keda wan berhewa naçe û heta me jiyana azad û birûmet ava kir, em ê li ser rêça wan berdewam bikin. Heta rizgarkirina axa me ya dagirkirî em ê ala têkoşînê her bilind bikin.”

AGAHIYÊN ŞEHÎD
Agahiyên nasnameyê yê şehîd wiha ye: 
"Nav û Paşnav: Mihemed Hiso
Navê Dayikê: Heluza
Navê Bav: Qasim
Cih û Dîroka Jidayikbûnê: Kobanê, 5 Gulan 1970
Cih û Dîroka Tevlêbûnê: Kobanê, 2 Hezîran 2013
Cih û Dîroka Şehadetê: Bendava Tişrin-Kobanê, 16 Çile 2025."