‘Em ê li gel hêzên ku me diparêzin li ber xwe bidin’

Eşîrên Minbicê anî ziman ku Tirkiye dixwazin DAÎŞ’ê ji nû ve zindî bike û gelan qetil bikin, raginadin ku wê li gel hêzên leşkerî yên herêm diparêzin li ber xw bidin.

Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Piştre bi navê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hevserokê Desteya Kar û Barên Civakî û Xebatê Farûq El-Maşî, bi navê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a bajarê Minbic û Gundewarên wê hevserokê Meclisa Qanûnsaz Mihemed Xêr Ibo û bi navê Meclida Leşkerî ya Mibicê fermandarê Meclîsê Îbrahîm El-Binawî, axivîn.

Piştî axaftinan şêx û rûspiyên eşîrên bajarê Minbic û Gundewarên wê daxuyaniyek da. Daxuyanî ji hêla Şêx Îbrahîm El-Şilaş ve hat xwendin.

Daxuyaniya eşîrên bajarê Minbic û Gundewarên wê wiha ye:

"Em wek şêx û rûspiyên bajarê Minbic û Gundewarên wê li gel hêzên xwe yên leşkerî yên bi nûnertiyên Meclîsa Leşkerî ya Minbic û Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Rêveberiya Sivîl, in. Her wiha bi yek refî li dijî êrîşên hovane yên ji hêla hikûmeta Erdogan û çeteyên wî li tevahî Sûriyê û bi taybet li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tên, disekinin.

Ji ber hedefa Erdogan ne parastina ewlehî û aramiya herêmê ye. Lê belê armanca wî ya sereke mayîndekirina aloziya Sûriyê. Her wiha jî êrişên li dijî Bakurê Sûriyê ku bi navê qaşo Kaniya Aştiyê ye, lê berovajî wê ye ku kaniya terorê ye. Di êrîşên xwe de piştî ku hêzên me aramî û ewlehî bi dayîna 11 hezar şehîd û û zêdetirî 24 hezar birîndar pêk anîn, gelên herêmên Serêkaniyê û Girê Spî hedef digire û binesaziya herêmê wêran dike. Bi saya hêzên me gelek destkeftî pêk hatin û terora ku tevahî herêm azara wê dikişand, têk bir. Lê hikûmeta dewleta Tirk û çeteyên wê ku hevalbendê wê DAÎŞ bi destê hêzên me hatiye têkbirin, qebûl nekir. Ji lewre êriîşên xwe yên bi armanca tevlîheviya herêmê, dizîn û talankirina xêr û berê wê, ji nû ve dest pê kirin. Ev tevahî jî bi bihaneyên ku dixwaze şêniyên koçber vegerîne herêmên wan. Lê belê hedef guhartina demografiya herêm bi koçberkirina şêniyên wê yên resen in, wek çawa li Efrînê pêk anîne.

Lewre jî em şêxên eşîrên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang li raya giştî ya cîhanê, NY’yê û rêxistinên mafên mirovan dikin ku li gel şêniyên sivîl bisekinin da ku ji vê bêserûberiya mexolî ya barbarî rizgar bibin.

Ji ber ku niha di rewşeke aram û ewle de dijîn û her wiha bi her şêweyî êrîşên Osmanî qebûl nakin."