'Em hemû Arîn in'
Endama Meclisa Giştî ya PYD’ê Zozan diyar kir ku, teqîna Arîn bi xwe re cîhan hejandiye, eger bê xwestin ew ê li hemberî dagirkeriyê bi tevahî bibin Arîn.
Endama Meclisa Giştî ya PYD’ê Zozan diyar kir ku, teqîna Arîn bi xwe re cîhan hejandiye, eger bê xwestin ew ê li hemberî dagirkeriyê bi tevahî bibin Arîn.
5’ê Cotmeha sala 2014’ an ku Arîn Mêrkan li hemberî paşverûtiya reş desthilatdariyê serî hilda û xwe bi tarîtirîn hêza tarîtirîn a li ser rûyê cîhanê DAÎŞ’ê de teqand. Arîn bû yek ji sembolên jinên berxwedêr ku mohra xwe li dîrokê daye. Endama Meclisa Giştî ya PYD’ê Zozan got ku Arînek çûye wê bi hezaran Arîn rabibin ser pêyan û navê wê hil bidin.
Endama Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Zozan Emîn Mislim da xuyakirin ku di dîrokê de têkoşîna jinan bûye mînak û got: "Sakîne bûye mînaka azadî û serkeftina tevahî jinan. Bêrîtan û Zîlan jî ku yek ji pêşengên vê tevgerê ye ji bo me hêz in. Gava ku şehîd Bêrîtan Şehîd dibe, artêşa jinan tê avakirin, lê dema ku Zîlan jî şehîd dibe, artêşên fedayî tên avakirin, êdî jinê di wir de serî hilda û li hemberî bîreweriya baviksalar û paşverû serî hilda."
’BI TÊKOŞÎNA ARÎNÊ DAÎŞ TUNE BÛ’
Zozan anî ziman ku êdî jin bûne pêşeng û cihê xwe di her derê de girtiye û wiha pê de çû: "Jinan heta bi niha li ber xwe daye û serî li ber paşverûtiyê rakiriye. Mînaka wê Arîn Mêrkan e, xwezî ku ez jî bibûma rêhevaleke Arînê. Arîn hemû qalib şikandin û li ber desthilatdariyê rabû. DAÎŞ bi têkoşîna Arînê tune bû.’’
Zozan îşaret bi fedakariya Arînê kir û wiha got: ‘’Dewletên navneteweyî ji DAÎŞ’ê ditirsiyan lê Arînê bi wêrekî û berxwedana xwe ev tirs şikand û bi wan re şerê man û nemanê kir. Li dijî hêza tarî canê xwe kir feda. Bi teqîna şehîd Arînê cîhan hejiya. Em jin hêza xwe ji şehîd Arînê digirin.’’
Zozan anî ziman ku Arîn çûye lê bi hezaran kes bi navê Arîn rabûne û wiha dewam kir: ‘’Ger daxwaz ji me bê kirin em hemû Arîn in û em ê li ber paşverûperestiya tarî rabibin. Çi jî bibe em ê bi ruhê şehîd Arîn û bi hêza jinan dagirkeriyê biqedînin. Berxwedana jinan a YJA Starê bûye mînak û dagirkerî gêj kiriye. Heta bi hetayê em ê gerîlayên xwe re bin.’’
Endama Meclisa Giştî ya Partiya Demokratîk (PYD) Zozan bi lêv kir ku ew bi fikir û felsefeya Rêber Apo gihîştine vê radeyê û wiha dawî li axavtina xwe anî: ‘’Rêber Apo bêyî sekin ji bo jinan têkoşiya û li ber paşverûtiyê rabû. Jin jî êdî ji astekê derbas bûn û serî li ber bîreweriya deshilatdar û koletiyê rakir.’’