'Em ê heta dawiyê têbikoşin û serketinê misoger bikin'

Ji gaziyên şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Mahîr Mihemed destnîşan kir ku ew ê bêteredût civakeke exlaq û polîtîk ava bikin û heta serketinê jî têbikoşin.

Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku li tevahiya Rojhilata Navîn bûye mînak û li seranserê cîhanê jî sûd jê tê wergirtin, bi berdêlên giran gihîşt vê astê. Di vê oxirê de bi hezaran şehîd hatin dayin û bi deh hezaran şervan jî birîndar bûn. Yek ji wan gaziyan Mahîr Mihemed e.

Mahîr Mihemed ji ANF'ê re qala çîroka xwe kir. Mahîr Mihemed sala 1998'an li gundê Mereserê yê Kobanê ji dayik bû û got, "Di dema şerê DAÎŞ'ê de mîna her ciwanekî Kurd min jî ji xwe re weke maf dît ku tevlî şoreşê bibim. Bi vî rengî beşdar bûm. Wê demê bajarê Minbicê ji destê çeteyan hatibû rizgarkirin. Di pêngava rizgarkirinê de ez jî hebûm. Dema ku em ji bo kar bi rê ketin, wesayita me pê li mayinê kir. Piştî ku teqiya, bi rûyekî şermok min li bedena xwe nihêrî. Min dît ku parçe bûye. Hevalê min jî şehîd bû, min bi çavekî tijî hêsir destên xwe li ser rûyê wî bir û min xatirê xwest. Dûrbûna di nava hevaltiyê de nayê pênasekirin."

Mahîr Mihemed anî ziman ku wê êdî rêya civaka exlaq û polîtîk danî ber xwe û got, "Li navçeya Sirînê li embarên genim careke din kemînek hatibû danîn. Li wir careke din mayin bi wesayitê ve hate teqandin. Destê min ê rastê û çavekî min ji dest çûn. Dema ku min cara dawî li bedena xwe nihêrî, min dît êdî destê min tune û li aliyekî çavê min dinya reş bûye. Gelo ez şehîd bûm, an jî di nava xeyalekê de bûm. Di wan kêliyan de ez mam heyirî û bêdeng. Min di wan kêliyan de digot qey êdî dawiya jiyanê hat, qiyamet bû."

Mahîr Mihemed bi dewamî got, "Di wê kêliyê de tenê gotinek dihat bîra min ku dihate gotin, 'Me bi ciwantî destpê kir, em ê bi ciwantî bi ser bikevin'. Ev gotin ji bo min bû hêzek ku ez karibim rabim ser piyan û bêjim em hene.

Min ew soz da xwe, ne parçeyek ji min biçe, eger parçeyekî bi tenê jî bimîne ji bo avakirina civakeke exlaq û polîtîk bê teredûd ez ê xwe bikim feda. Destên min çûn û çavê min jî, êdî min ew soz da ku em ê heta dawiyê serketinê teqez bikin û li hemberî dijminê xwe serî hildin. Raste gazî me, lê di warê fikir de bi saya Rêber Apo me xwe îsbat kir. Min hêvî roj bi roj çêkir heta roja îro ku di nava ciwanên Sûriyeya Paşerojê de cih digrim."