'Em ê bi rêxistiniya xwe li dijî dagirkeriyê bi ser bikevin'

Berdevka Kongreya Star a Serêkaniyê Selva Ehmed diyar kir ku dewleta Tirk sûcên li dijî mirovahiyê dike û got, herî zêde êrîşî jinan dike. Ehmed diyar kir, "Em ê bi hêza xwe ya rêxistinbûyî, em ê bi mezinkirina berxwedana xwe bi ser bikevin."

Berdevka Kongreya Star a Serêkaniyê Selva Ehmed diyar kir ku ji ber êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ew neçar man ku xaka xwe biterikînin. Ehmed destnîşan kir ku komkujî hatine kirin û herî zêde êriş li dijî jinan hatine kirin.

Ehmed got, "Li Serêkaniyê, bi pêkhateyên Kurd, Ereb, Suryan û Asûr aramî hebû. Me bi rengekî demokratîk karê xwe dikir. Bi kar û kedeke mezin gelan neteweya demokrartîk diafirandin. Di hemû saziyên civakî de her kes bi reng û nasnameya xwe dixebitîn. Bi êrişên dagirkeriyê yên Tirkiyeyê re şêniyên Serêkaniyê neçar man koç bikin."

'DIXWAZE DEMOGRAFIYÊ BIGUHERÎNE'

Ehmed bal kişand ser gefên dewleta Tirk ên beriya êrişa dagirkeriyê û got, "Di encama van gefan de di 9'ê Cotmehê de hem ji bejahî hem jî bi hewayî ve êriş kir. Berê jî çeteyên ku ji xwe re 'Artêşa Azad' dibêjin êriş kirin. Niha jî dewleta Tirk a dagirker êrîş dike. Êrîşa tê kirin li dijî qada jiyana azad e. Dewleta Tirk a dagirker dixwaze demografiya herêmê biguherîne. Lê belê pêkhateyên herêmê wê êrişên ji bo guhertina demografiyê ti carî qebûl nekin.

Armanca Erdogan qirkirina gel e. Erdogan dixwaze Kurd, Ereb, Suryan, Asûr ên li herêmê qir bike. Êrişên xwe yên li dijî Til Temirê jî di vê çarçoveyê de ne. Lê belê polîtîkaya qirkirinê wê li Erdogan vegere. Armanca xwe nûkirina Osmaniya kevne. Dixwaze sîstema tifaqa milî ji nû ve vegerîne. Dixwaze li çar parçeyên Kurdistanê demografiyê biguherîne. Lê belê gel wê ti carî vê qebûl neke. Em ê heta dilopa dawî ya xwîna xwe li ber xwe bidin."

'EM Ê BI HÊZA XWE YA RÊXISTINBÛYÎ BI SER BIKEVIN'

Berdevka Kongreya Star a Serêkaniyê Selva Ehmed got, "Niha li qadên şer yek ji hêzên ku ji bo azadiya jinan û gelan şer dikin YPJ ye. YPJ ji jin ên ciwan ên vî gelî pêk tê. Endama YPJ'ê Çîçek Kobanê ewladeke vî gelî bû. Êrîşa li dijî Hevrîn Xelef û xebatkarên tenduristiyê her wiha êrîşa li dijî Çîçek Kobanê ya YPJ'î bi heman armancê bûn. Ev hemû plankirî bûn. Li dijî van êrîş û komkujiyan em ê bi çalakiyên xwe xwe hîn bêhtir bi rêxistin bikin û dawî li vê dagirkeriyê bînin. Çawa ku Arînan, Avestayan û gelek jin ên ciwan bi fedayîtiyê êrîş têk birin, em ê jî bi hêza xwe ya rêxistinbûyî bi ser bikevin."