Dr. Ahmed: Ocalan civakê dixe navendê
Pisporê Rojhilata Navîn Dr. Taha Elî Ahmed got ku modela ku Abdullah Ocalan afirandiye civakê dixe navendê û xwedî nirxên avaker ên weke xwişk û biratî, hevgirtin, wekhevî û jiyana hevbeş a gelan e.
Pisporê Rojhilata Navîn Dr. Taha Elî Ahmed got ku modela ku Abdullah Ocalan afirandiye civakê dixe navendê û xwedî nirxên avaker ên weke xwişk û biratî, hevgirtin, wekhevî û jiyana hevbeş a gelan e.
Dr. Ahmed diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan desthilatî, wêranî û mirinê hildiweşîne û li şûna wê sîstemeke alternatîf afirandiye û ji ber vê yekê komploya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi giştî komployek li dijî gelan pêk anîn. Taha Elî Ahmed bal kişand ser komploya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha got: "Tecrûbeya jiyana bi hev re li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê, hem ji aliyê cihêrengiya etnîkî ve û hem jî ji aliyê sîstema hevserokatiyê ya di navbera Kurdan û ne Kurdan de, ji bo cîhanê modeleke bêhempa ye."
Pisporê Rojhilata Navîn ê Misrî Dr. Taha Elî Ahmed bi wesîleya salvegera komploya navneteweyî bersiv da pirsên ANF'ê.
Hûn nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li ser gelan çawa dinirxînin?
Abdullah Ocalan kesayetek entellektuel e, bi tecrubeyên ku ji dîrokî bi dest xistiye derket rê. Afirîneriya wî ji çarçoveya rexneya klasîk a li ser mijarên siyasî, civakî û aborî derbas dibe. Li gorî nêzîkatiyên hin kesên wekî Hegel, Marks û yên din ên li ser rexnekirina dînamîk û pêkhateyên hêza kapîtalîzmê ji serî heta binî pîramîda otorîter; ji lêkolînên felsefî yên ku bi pêkhatina mirovahiyê dest pê dike, em dibînin ku parêznameyên Ocalan vegotineke dîrokî ya ku mirovatiyê dide jiyandin, pêşkêş dike. Dema ku Marx û gelek feylesof balê dikişînin ser îstîsmarkirina civaka serdest, Ocalan di pêşniyara xwe de behsa ji holê rakirina zayendparêziyê dike ku tê wateya paqijkirina civak û mirovan ji her cure cudakarî û serdestiyê. Di vê çarçoveyê de Neteweya Demokratîk, şikandina zayendperestiyê, civaka exlaqî û hwd. Ev hemû tez di çarçoveya civakeke dûrî dewleta otorîter de li dora gel dizivirin.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di her şert û mercî de xwişk û biratiya gelan esas digire. Çima ew qas girîngiyê dide yekîtiya gelan?
Ger em li civakê tev bigerin, ev pêşniyara Ocalan derdikeve holê: piştgiriya gelan a ji hev re û girêdana di navbera wan de ne tenê kevirê bingehîn ê derbaskirina qeyranên civakî ye, di heman demê de qada ku nirxên hevgirtinê tê de cih digire. jiyana civaka xwezayî ne, tên pêşandan. Di heman demê de modelek ku tê de jiyana îdeal derdikeve holê û hincet tune ye jî dihewîne. Ger em ji nirxandinên Ocalan ên li ser civaka xwezayî dest pê bikin, nêzîkatiya ku xwedawenda dayikê ya ku îlham û pîroziyê temsîl dike biçûk dike, dûr dixe û ji holê radike, bi nêrîneke ku temsîla jiyanê bi destên jinan tê xêzkirin. Li gorî Ocalan, jinên ku li dijî sîstemên desthilatdariya hiyerarşîk ên li ser desthilatdariya mêr in, gihiştine wateya jiyanê. Ji ber vê yekê Ocalan ji civakeke dûrî serdestiya kapîtalîzmê û li ser bingeha netewe dewlet, nijadperestî û nijadperestiyê, nirxên hevgirtin û xwişk û biratiya di navbera gelan de ji bo ewlekarî û aramiyê weke bingeha jiyanê dibîne. berjewendiyên komek an çîneke serdest, di misogerkirina wekheviya civakî de dibîne.
Projeya Neteweya Demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan li ser gelan bi taybetî di têkiliyên Kurd û Ereban de çiqas bandorker bû?
Beriya ku mirov derbasî mijara Neteweya Demokratîk bibe, pêwîst e pirsgirêkên ku îro civak bi wan re rû bi rû maye bên diyarkirin. Pirsgirêka ku civak nikare weke hev bijî ev e. Bi gotineke din, di rêvebirina têkiliyên di navbera hêmanên civakê de ku her tim li aliyê koma serdest in de kêmasî heye. Weke mînak em li welatên Ereban neteweperestiya Ereb, li Tirkiyeyê neteweperestiya Tirk, li Îranê jî neteweperestiya Faris dibînin. Miletên bi vî rengî li ser komên din ên etnîkî û neteweyî yên civakê serdest in. Di encama polîtîkayên bi armanca zêdekirina statûya koma neteweperest a serdest a bi navê Fars, modela Farisbûnê li Îranê, Tirkkirina Tirkiyeyê û Erebkirina welatên Ereb li ser her kesî tê ferzkirin. Li hemberî polîtîkayên zextê yên bi salan li dijî neteweyên wekî Kurd, Berber (li Bakurê Afrîkayê), Ermenî û Suryaniyan ku ji destpêka sedsala 20'an û vir ve li Rojhilata Navîn di bin desthilatdariyên bi vî rengî de ne, refleksên xwezayî derdikevin holê. Bi vê refleksê mirov armanc dike ku nasnameya xwe ya çandî biparêze û hurmeta nasnameya xwe ji nû ve bi dest bixe. Ji ber vê yekê, ev netewe di parastina Rojhilata Navîn de, çi di dîroka Îslamê de û çi heta qonaxên mêtingeriya Ewropayê, roleke girîng lîstin.
Ya herî girîng jî em bi pêşniyara Neteweya Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re rastî hev tên ku modeleke civakî ya ne otorîter e û rêveberiyên cihêtiyên etnîkî yên li Rojhilata Navîn û hemû pêkhateyên civakê dihewîne. Ji ber vê yekê Neteweya Demokratîk sînorên dewletê derbas dike û piştgirî nade çîna serdest ku ji desthilatdarî, kedxwarî û ji gel qezencê dike. Modeleke ku serxwebûna nîvdemokratîk dixe xizmeta gel. Di vê wateyê de Neteweya Demokratîk hem modeleke ku di nava gelên Kurd, Ereb û gelên din ên herêmê de rast tê pêkanîn û hem jî îspata hebûna modela bi hev re jiyankirina civakan e. Modela ku Abdullah Ocalan afirandiye, modeleke ku civakê dike navend. Di heman demê de di nava gelên Kurd, Ereb û gelên Rojhilata Navîn de xwedî nirxên avaker ên weke xwik û biratî, hevgirtin, wekhevî û jiyana hevbeş e.
Gelo pêkhatina komployê dikare weke komployek li dijî gelan were nirxandin, hûn vê rewşê çawa dinirxînin?
Komploya navneteweyî ya li dijî Abdullah Ocalan, di serî de ne li dijî şexsê Ocalan, komployeke li dijî fikrên wî yên demokratîk e. Ji xeynî têkoşîna parastina nasnameya çandî ya Kurdan, ji ber ku di çarçoveya îdeolojîk ya ku pêşkêş dike de xwe digihîne beşên berfireh, ev yek bala hêzên hegemon dikişîne û Ocalan dibe hedef. Afirînerê felsefeya ku desthilatdariya hêzên hegemon ên kapîtalîst analîz dike û alternetîfa wê diafirîne ye. Bi taybet bi kûrahî li ser nêzîkatiyên van hêzên desthilatdar ên li hemberî jinê disekine, bi pêwendîkirina jinê bi jiyan û civakê re bi pêş çav dixe ku civak çawa ji aliyê hêzên otorîter û serdest ve tê mexdûrkirin. Kapîtalîzîm çiqas serkeftî be û nirxên aborî, leşkerî, siyasî û exlaqî yên kapîtalîzmê çiqas mezin bibe, wê ewqas destwerdana li jiyanê zêde bibe. Krîza madî û manewî ya li cîhanê rû dide, dibe sedem ku civak êşên mezin bikşîne. Rewşenbirê Kurd Abdullah Ocalan ji bo derbaskirina krîzê û ji holê rakirina desthilatdarî û kareseta ku desthilatdariya mêr afirandiye, modela Civaka Ekolojîk pêşniyar dike. Abdullah Ocalan li ser neheqiyên li hemberî jinê û ekolojiyê disekine û balê dikişîne ser ku civaka xwezayî kevirê bingehîn e. Ji ber vê yekê Abdullah Ocalan dihizire ku pêkanîna şoreşa çandî û di encama vê de avakirina civakeke ekolojîk û exlaqî pêwîstî ye. Lê ev pêşniyar û felsefe li hemberî hêzên modernîteya kapîtalîst e. Ji ber vê yekê li dijî fikrên Abdullah Ocalan komplo pêk hat û DYE, welatên rojava û Îsraîl bi vê komployê bûn yek. Abdullah Ocalan sîstemeke alternatîf ku wêrankirin, mirin û desthildariyê têk dibe, afirand. Ji ber vê ne şaş e ku mirov bibêje komploya li dijî Abdullah Ocalan komploya li dijî gelan e. Ji ber parastinên ku ew pêşkêş dike, dikarin pirsgirêka Kurd çareser bike û maf dide gelan ku di nava aştiyê de û ji kapîtalîzmê dûr bijîn.
Şoreşa Rojava ku bi paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hat, nîşan da ku gel dikarin bi hev re bijîn. Gelo ev model dibe li cîhanê bê bikaranîn?
Ev bi berdewamiya modela jiyan hevbeş e ku bi Şoreşa Rojava re pêk hat û helbet serketina vê modelê wê ji gelek herêmên din ên cîhanê re bibe îlham ku pirsgirêkên mîna yên Rojhilata Navîn re rû bi rû ne. Di esasê xwe de tecrûbeya jiyana hevbeş a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, hem ji aliyê cihêrengiya etnîkî û hem jî ji aliyê sîstema hevserokatiya di navbera Kurd û pêkhateyên din ên herêmê de, ji bo cîhanê modeleke bêhempa ye. Bi saya modela hevserokatiyê ku li herêma Rojhilata Navîn modeleke bêhempa û nû ye, serkeftina wê bi taybetî ji ber hebûna cihêrengiyên etnikî ku pêwîstî ji nû ve zindîkirina civakan ji aliyê çandî, polîtîk û aborî heye, wê bibe îlham. Lê ev tecrûbeya ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dike, di aliyê çandî, siyasî û ewlehiyê de rûbirûyê astengiyan tê. Divê neyê jibîrkirin ku di civaka baviksalar de qebûlkirina jinê di rêveberiyê de ji bo zihniyeta mêr zehmet e. Modela hevserokatiyê ya ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye afirandin, divê ji nedîtî ve neyê danîn. Di asta siyasî û ewlehiyê de tecrûbeya li Herêma Rêveberiya Xweser, ji aliyê beşên otorîter û netewperest ên Şam, Tehran, Bexda û Enqereyê ve hatiye dorpêçkirin. Li gel vê jî avakirina jiyana hevpar a gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi esasgirtina berxwedana li dijî dorpêçê û pêkanîna ewlehiyê dewam dike.