'Divê min li ber xwe bida'

'Dema min li milê xwe nihêrî, min dît çermekî tenik ên ku mil û enîşkê bi hev girêdide, kil dibe. Min fêm kir ku wê milê min were jêkirin. Gelekî xwîn ji min çûbû. Divê min li ber xwe bida.'

Sosin bi gotina “Min nekarî wê kêliyê teslîmî mirinê bibim û jiyanê bidim dijmin” rêwîtiya xwe ya ji Şamê heta Dêrikê, ji wir jî heta Rûgobayê ji bîr nake û coşa xwe ya ji bo şoreşê jî winda nake.

Dema ku hîmê Şoreşa Rojava tê danîn, Sosin Amed tevî malbata xwe li Şamê bû. Sosin bi avabûna Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK) vê pêvajoyê bi coşeke mezin dişopîne. Dema ku bi destpêkirina Şoreşa Rojava re rewşa Şamê ji bo Kurdan ne xweş bû, bi malbata xwe re vegeriya Rojava. Sosin û malbata xwe digihêjin Dêrikê di nava şer û berxwedanê de dimînin. Malbata Sosinê biryar dide ku koçî Başûrê Kurdistanê bike. Sosin wateyê nade vê biryarê. Ew di temenekî ciwan de hewl dide malbata xwe razî bike ku terikandina axê biryareke şaş e, lê malbat razî nabe. Sosin di navbera malbata xwe ya ku dixwaze biçe Başûrê Kurdistanê û şoreşê de dimîne. Sosin nikare malbata xwe razî bike û rêya Başûrê Kurdistanê êdî rêyeke teng û tarî ye. Ji Dêrikê dest pê dikin û diçin Başûrê Kurdistanê. Sosin a ku dike hêviya xwe winda bike, ji xwe re li rêyeke rizgariyê digere, bi awayekî malbata xwe dide şitexilandin û hê ji Dêrikê dûr neketine vedigere tevlî YPJ’ê dibe.

ÊDÎ ŞERVANA ROJAVA YE

Sosin a ku piştî perwerdehiya sereke dibe şervana YPJ’ê, êdî dibe şervana axa Rojava ya ku wê bi salan nedîtibû. Sosin a ku ku beşdarî pêngava Çilaxa û Til Hemîsê dibe, dibêje “Pêngava Til Temir a ku wê bi pêngava Til Hemîs re pêş bikeve jî dest pê kir. Her roj şer hebû. Her roj bi dehan çete dihatin kuştin, bi dehan kes dihatin rizgarkirin. Carekê dijmin xwest êrîşî girê Rûgoba û gundê Til Nasir bike. Şer çêbû. Hejmara hevalên li gir pir kêm bû, diviyabû em xwe bigihînin gir. Di nava demeke kin de dijmin hemû rêyên ku diçûn gir xist bin kontrola xwe. Tevî vê yekê jî diviyabû em bi ser bikevin û hevalên xwe ji dorpêçê derxînin. Di dawiyê de me cihokeke avê dît ku diçû gundê din. Cihoka avê dora gir digeriya. Em ji ser wê cihokê çûn Girê Rûgobayê û me xwe gihandibû hevalên xwe.

FÊM DIKE KU WÊ TIŞTEK BIBE

Dema ku em gihîştin gir, me cihê xwe girt. Şer demeke dirêj dewam kir. Di dawiyê de dijmin neçar ma vekişe. Bi vekişîna dijmin re, gir bi tang û topan hate bombekirin. Serma û sartir dibû, tenê lepikekî min hebû min ê din winda kiribû. Min geh dixist destê xwe yê rastê û geh jî dixist destê xwe yê çepê. Min dizanibû wê tiştek pêk were,  lê min nikarî fêm bikim. Ji ber ku ez di nav ramanê de kûr bûm, pir dem derbas nebû ku ez bi dengê hawanan ve rabûm û min dît ku milê min diêşe. Dema min li milê xwe nihêrî, min dît çermekî tenik ên ku mil û enîşkê bi hev girêdide, kil dibe.

NEDIBÛ KU EZ TESLÎMÎ DIJMIN BIBIM

Dema min milê xwe dît, min fêm kir ku wê were jêkirin. Min ê çawa dîsa şer bikira, min ê çeka xwe rakira û mekanîzma bikişanda. Dema ku ez li van tiştan fikirîm min ji xwe re got, “Sosîn, çi bibe jî divê tu xurt bî û dev jê bernedî.’ Gelek xwîn ji ber min diçû, ez jî hêdî hêdî ji ser xwe diçûm. Gelek hedefên min hebû ku divê min bi ser bixista. Ji ber vê divê min li ber xwe bida. Nedibû ku ez teslîmî dijmin bibim û jiyanê bidim dijmin.”