'Dilê mirovên Apoyî dibêje Apo Apo'

Şervanê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Îlan Dara, 8'ê Adara 2018'an di berxwedana serdemê de, bi çalakiya canbexşane bersiv da dewleta tirk û çeteyên wan.

Şervanê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Îlan Dara, 8'ê Adara 2018'an di berxwedana serdemê de, bi çalakiya canbexşane bersiv da dewleta tirk û çeteyên wan. Îlan Dara beriya biçe çalakiyê demeke kin nameyek li ser dilsoziya xwe ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Avesta Xabûr û hevrêyên xwe yên şehîd hişt.

Îlan Dara, di nameya xwe de wiha dibêje;

"Min carekê Serok Apo, di xewna xwe de dît. Li pêş wî maseyek hebû ez jî kêlek wî sekinîbûm. Serokatî rûniştibû nivîs dinivîsand. Kumek li serê Serok bû û porê wî dirêj bû. Gotineke îngilîzî hebû ji min re got heval Îlan were vê nivîsê binivîse, min jî jê re bi zimanê ingilîzî nivîsand. Min tîpê wê yên dest pê kê ên SERF... dinivîsand paşê min mêyze dikir ku min kurdî nivîsadiye, piştre ez bi xwe hişyar dibûm. Dema ku ez şiyar bûm bi ken ez şiyar bûm min xwest ez careke din xew bikim ku ez careke din Serok di xewna xwe de bibînim. Dema dilê mirovên din lêdide dibêje gum gum lê dilê mirovên Apoyî dibêje apo apo em jî li ser vê lêdana dengê dilê xwe dijîn."

Dara hezkirina xwe ya ji Ocalan û hevaltiyê, bi awayekî felsefîk pênase dike û wiha nameya xwe didomîne; "Hûn dizanin heval ez hindî ji we hezdikim. Min carekê xwest ku ez ji were bêjim hûn dilê min in, lê ez tirsiyam ku dilê min bisekine. Carekê jî ez fikirîm ku çavên xwe diyarî we bikim lê ez tirsiyam ku nema karibim we bibînim. Carekê jî ez fikirîm ku ez ji were bêjim hûn rihê min in lê ez tirsiyam ku rihê min biçe. Carekê ez fikirîm ku ez bêjim hûn emrê min in lê ez tirsiyam ku emrê min xilas bibe û nema karibim bi we re bijîm. Eyyy hevalno ez nizanim we çawa pênase bikim ez nizanim çawa we bigrim nav dil û mêjiyê xwe piştre min ji xwe re soz da ku ez tola we tevayiyan hilînim."

Şervan YPG'ê Îlan Dara di dawî de soza ku daye şehîd Avesta û tevahî hevrêyên xwe yên şehîd bûne wiha dawÎ li nameya xwe tîne; "Di dawî de jî ez silavên xwe ji bona Serok APO û ji hemû şehîdên şoreşê û ji tevahî hevalên min ên ku di çeperan de li berxwe didin re dişînim. Ez tu carî hevalên xwe yê Şehîd bi taybet jî Şehîd Avesta bîr nakim. Me soz da ku em bi hev re vê çalakiyê bikin lê tu çû ezê jî bi qasî vê sonda xwe bim û ezê xwedî lê derkevim. Ezê vê çalakiyê ji bona tevahî hevalan bikim. Her hevalek dixwaze vê çalakiyê bike lê ezê li şûna hemû hevalan vê çalakiyê hildim ser milê xwe. Ezê bi her tiştê xwe ve hewil bidim ku vê çalakiyê ji bona Serok Apo Ş. Aldar ş. Deştî, Ş. Barîn, Ş. Ezda Ş. Şiyar û tevahî hevalên Şehîd ezê nehêlim ev keda hatî dayîn vala biçe."