6 jinên şopdarê rêya heqîqetê

Agirî, Arîn, Eylûl, Şîlan, Rohenda û Dilovanan jî bi dîtinên xwe yên herî bedew ev rastî girtin nava objektîfên xwe. Pir caran jî bi hestên xwe yên herî paqij û herî kûr li ser rûpelên sipî bûn hibra pênûsê.

6 keçên ku bi çîroken dayiken dilêş mezin bûn û dilê xwe bi evîna welat mezin kirin. Wan di dilê xwe de xeyalên welatekî azad himbez kiribûn. Ev welat jî welatê agir û rojê ye. Wan evîna xwe di welatê agir û rojê de ditibûn û bûbûn evîndarê vî welatî. Ne hêsan e ku mirov şahidiyê li dîrokê bike. Şervanên YPJ'ê bi sekin û têkoşîna xwe dîrokek ji nû ve zindî kirin. Wan bi canê xwe destanên herî dîrokî nivîsandin. Cîhanê tev ev rastî dît û şopand. Ew şahidî bi cîhanê dane nasîn, karê mirovên herî bedew e. Yên ku rastî dişopandin û dibûn lêgerokên rastiyan kesên herî wêrek, herî leheng û dildarên welat bûn. Agirî, Arîn, Eylûl, Şîlan, Rohenda û Dilovanan jî ji gelê xwe re bûn şervan û ji hevrêyên xwe re bûn dengê heqîqeta ebedî. Wan di wê oxirê de ku rastiyê bigihînin cihanê û di oxira azadiyê de giyana xwe feda kirin. Însan hebûneke gerdûnî ye. Çawa ku gerdûn bê mirov, mirov bê gerdûn nabe di xeyalên însanên şoreşger de jî xwe gihandina bêdawîbûnê tişta herî pîroz û jêneger e. Şoreşger xwedî utopyayên mezin in, tiştên mezin difikirin û tiştên mezin pek tinîn. Şoreşger di erdnîgariyeke bê av û bê şînahî de dibin aso û di asîmanên welatê xwe de dibin stêrk. Di nava rastiya gerdûnê de dualîteya hebûn û nebûnê bi xwe re hem gelek tiştan ava dike hem jî gelek tiştan dide windakirin. Di vê sedsalê de rastiyên heyî ji aliyê xwînmijan ve tên tinekirin. Lêgerokên rastiyê jî dibûn tekoşerên heqîqetê.

Di Kurdistanê de keç û xortên leheng bi ked û wêrekiya xwe nepeniya berxwedanê di nava cîhana mirovahiyê de çêkirin. Agirî, Arîn, Eylûl, Şîlan, Rohenda û Dilovanan jî bi dîtinên xwe yên herî bedew ev rastî girtin nava objektîfên xwe. Pir caran jî bi hestên xwe yên herî paqij û herî kûr li ser rûpelên sipî bûn hibra pênûsê. Tışta ku ew gihandin bêdawî bûnê şêwazê jiyan û têkoşîna wan bû. Ev keç hem şervan, rêheval, nuçegihan û hem jî rihê xwe bi alfebayên azadiyê sitirandibûn. Ji ber ku wan dizani ku wê zarokên siberojên vî welatî li çîrokên wan guhdar bikin. Li vî welatî şoreş cara yekem bi vî rengî dengê xwe berbelav kiribû. Li vê xakê keç û xort ji bo siberojên azad yên zarokên vî welatî canê xwe dikin qurban.

Keça bedew Agirî li warê ku di roja îro de bi saya wan wek keleha berxwedan û lehengiyê tê bi nav kirin de li bajarê Reqa jidayik dibe. Agirî dildara azadîyê ye. Wan deman ku pêlên şoreşê hêdî hêdî tevlî bayê welatê rojê dibû ji bajarê Reqa berê xwe dide nava refên berxwedaniyê û êdî ew jî şahidiya çîrokên berxwedaniyê dike. Li warê berxwedanê bajarê Kobanê çavên xwe herdemê ji rastiyan qut nake û dibe deng û çavê rêhevalên xwe. Agirî berxwedana jina Kurd ya herî mezin bi cîhanê dide nîşan. Agirî dîmen û wêneyên berxwedana jin ji raya giştî re radigihîne. Dîroka 14’ê nîsana 2015an  li Kobanê, li bajarê berxwedanê ew jî dibe yek ji berxwedêrên jin.  

Ahîn ango Arîn Cûdî. Keça çeleng her demê dîtina  wê ya li ser şoreşê li ser wî esasî bû ku şoreş wê, wê bigihîne serkeftinê. Piştî tecrûbeyên  xwe yên li  şer û perwerdê derbasî ragihandine dibe. Tîrêjên azadiyê xwe li rih û mêjiyê Arîna delal pêçandibû. Ew xwedî zanînê bû ku rastiya berxwedêriya jinê bi cîhanê bide ragihandin. Pir caran di desteke wê de kameraya wê, di destekê wê de jî çeka wê enî bi enî çeper bi çeper şahidiya berxêdêriya şervan û hevreyên xwe dikir. Bê ku tirsekê bijî bi wêrekiya xwe wan kêliyan herdemê di dîrokê de zindî dihêle û dîroka 31’ê Çıleya 2016’an  dibe destanek ji destanên ku di nava şoreşa Rojava de hatin nivîsandin.  

Ronahî bi nasnav Eylûl, li bajarê Dêrika Hemko ya girêdayî Kantona Cizîrê de çavên xwe li jiyanê vedike. Eylûl beriya ku derbasi xebatên ragihandinê bibe di nava yekîneyên YPJ'ê de cih digre.  Dorhêla ku di nav de dijî, bi sadebûn, mûtewazîbûn û fedekariya xwe reng dide jiyanê. Piştî wê dema ku derbasî xebatên ragihandinê dibe hezkirina  xwe ya li jiyanê bi têkoşîna xwe ya heqîqetê re dike yek. Li quntarên Çiyayê Kurmênc dibe şopdara rastiyan. Qêrîn û xwesteka wê ya azadiyê li derdora Çiyayê Kurmênc dibe xemla zinarên Efrîna rengîn. Bi pênûsa xwe berxwedêriya şervan û rêhevalên xwe yên li Bajarê Zeytûnan de vedibêje. Bedewî dema ku bi berxwedaniyê re dibe yek xweşikbûna mirov derdikeve holê. Eylûl jî bedewiya xwe bi berxwedaniya xwe re kiribû yek. 20’ê cotmeha sala 2016 ‘an  li Şehba dema ku dixwaze têkoşîna hevalên xwe bigihîne rastiya ebedî, di milên hevalên xwe de û li kêleka şervanên heqîqetê ew jî dibe şopdara Agirî û Arînan.

Bêgûman mirov pir caran li gotinan digere ji bo ku hevokeke van lehengan pênase bike bibîne.  Ji ber ku gotin têra pênasekirina berxwedêran nake. Lê tu dizanî ku pêwîst e rastiya berxwedêran her demê were gotin.  Ez kîjan gotinê di hevoka xwe de bi cih bikim ji bo ku Şîlana ciwan û delal pênase bikim? Şîlanê hê bi ciwanî li feraseta azadî û wê rastiya ku pêwîst e ciwan di nav jiyaneke çawa de bijîn hizîrîbû. Mirov ji dayik dibe mezin dibe. Gelo jiyana însan bi vê  sînordar e. An jî mezinbûna mirov tenê bi guhertin û veguhertina fizikî ya mirov  sînordar e. Tişta ku Şîlanê mezin dikir ma ne ew fikir û xwesteka wê bû, ya ku gavên xwe ber bi azadiyê ve avêtin? Bihara ciwantiya xwe  fikrê xwe bi felsefeya welatparêziyê û xaka xwe parastinê re geş kiribû. Şîlanê jî weke Agirî, Arîn û Eylûlan ketibû pey şopa heqîqetê. Diroka 25'ê Nîsana 2017’ an  bi kesayetiya xwe jî heqîqeta ku dişopand gerdûnî kir.   

Di her serdemekê de berxwedanî xwedî wê hêzê ye ku navê wê serdemê biguherîne. Di sedsala 21’ê de berxwedana Efrînê bû Berxwedana Serdemê. Vê berxwedanê cîhan li hemberî xwe matmayî hişt û deng da. Di vê berxwedanê de cîhan bû heyranê fedaîbûna gelek keç û xortan. Rohenda bi rihê xwe yê welatparêziyê û bi hêrsa  tolhildana rêhevalên xwe û xwişka xwe Denîz di çeperên berxwedana Serdemê de li kêleka bavê xwe bi qehremaniyeke mezin li Çiyayê Kurmênc li ber xwe da. Rohendaya ku kêliyên berxwedaniyê bi cîhanê re radigihand, weke Arînê di desteke wê de kameraya wê her kêlî nemir dikir, di destê din de çeka wê mil dabû milê bavê xwe û parastina xak û welatê xwe dikir. 10’ê Adara 2018’an  Rohenda di nava berxwedana serdemê de li kêleka bavê xwe bû sembola rihê fedaî û şopdara rast ya heqîqetê.            

Serpêhatiya her şervaneke rûmetê, dema tê vegotin rastî li pênaseya xwe digere. Dema ku rastî dibe giyana pakrewanên ku xwe di oxira gihandina heqîqetê de feda dikin asoya jiyaneke  nû strana xwe vedibêje. Lê Dilovana dilê şoreşê navê strana xwe kir Berxwedana Rûmetê. Rastî dema bi tama xwe ditehmije gelek dijwar dibe. Rastiya çîroka hevrê Dilovan gelek dijwar bû, lê bi qasî dijwar bû, ewqasî bi heqîqet bûbû. Rêheval Dilovan ji bajarê Geverê bû. Di dema ku êrişên çeteyên DAÎŞ’ê li ser Kobanê dijwar dibe, sîronên zilmê radike û berê xwe dide kobana berxwedêr. Hevrê Dilovan piştî ku tê Kobanê evîna xwe di şopandina rêya şehîdan de dibîne û biryar dide bibe parçeyek ji şoreşa azadiyê ya gelan. Hem dibe rastî û hem jî ji bo rastiya her şervanekê/î fêr bibe bi kamereya xwe enî bi enî dibe mêvanê dilê şervanên heqîqetê. Ji Kobanê heya Minbicê, ji Dêrezorê heya Girê Spî rêwîtiya Dilovana dilwêrek dibe Agirî, Arîn, Eylûl, Şîlan û Rohenda. Şervana heqîqetê ji bo rastî di tarîtiyê de nemînin, ji bo rûreşiya hêzên komploger neyê nixumandin berê xwe da girê Spî ta ku fedekarî û qehremaniya şervanan ji pêşerojeke azad re bihêle. Dema ku êriş li ser Girê Spî dijwar dibe bi komeke şervanan re heya dawî di girê Spî de dimîne. Tevî wê koma şervanan 13’ê Cotmeha 2019’an şehîd dibe. Hevrê Dilovan bû yek ji pakrewana azadiyê. Wê di şopa van şervanên çeleng de îsrara jiyana azad tim û tim were vegotin ta ku doza mirovahiyê bi ser bikeve.