Di Komxebata 2’emîn a Sûriyeyê de banga mezinkirina xwişk û biratiya gelan hat kirin

Komxebata 2’yemîn a Sûriyeyê bi banga mezinkirina xwişk û biratiya gelan û piştgiriya QSD’ê bi dawî bû.

Komxebata 2′yemîn a Sûriyeyî ya bi sernavê ′Stratejiya dîrokî ya têkiliyên Kurdî-Erebî li gorî nêrîna Rêber Abdullah Ocalan′′, piştî nirxandina mijaran bi encamnameyekê bi dawî bû.

Ji tevahî herêmên Sûriyeyê derdora 150 kesayet ji hêzên cuda, partiyên siyasî yên nîştimanî û civakî beşdarî komxebatê bûn.

Piştî axaftinan, serokê Meclisa Dêrazorê ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Samir El Şemerî mijara bi navê "li Sûriyeyê dîroka têkiliyên Kurd û Ereban " şîrove kir.

El Şemerî wiha zêde kir: "Têkiliyên Erebî - Kurdî ji sedan sal e. Divê em diyar bikin bê kengî Sûriyeya nûjen dest pê kir û erdîngariya wê ya piştî bidawîbûna şerê cîhanê yê yekemîn çawa ye. Yekemîn serokê Sûriyeyê Mihemed Elî El Abid Kurd bû û tu pirsgirêk ji bo vê yekê tune bûn. Şukrî Quwetlî jî wiha bû. Sûriyeya ku em îro jê hêvî dikin ev e."

Piştre beşa duyemîn a bi navê "Dîroka têkiliyên Erebî - Kurdî li Rojhilata Navîn" ji aliyê lêkolîner, akademîsyen û siyasetmedar Îbrahîm El Qeftan ve hat rêvebirin.

El Qeftan got, Kurd û Ereb ji kevintirîn gelên herêmê ne, di navbera wan de têkiliyên aborî hene û bi hev re şaristanî ava kirin. Her wiha got: ′′Bi erêkirina Enqereyê, Cizîr, Kobanê û Efrîn tevî xaka Sûriyeyê bûn û dewleta Lubnanê ji bo hat avakirin û herêm ji bo 22 dewletan ji aliyê Fransa û Brîtanyayê ve hat parçekirin. Ev parçekirin jî li gor berjewendiyên wan bû ku dewleta neteweyî ferz kirin da ku hegemoniya xwe xurt bikin."

Sekretera giştî ya Yekitiya Jina Ereb a Afrîkayê Besme Hemdî bi rêya online beşdar bû û got, têkiliyên Kurd û Ereban bandoreke mezin li herêmê kir û di dîrokê de ev têkilî gelekî pêş ket.

Besme Hemdî wiha domand: "Ev têkilî ji dîroka Îslamê tê.  Ev têkilî di salên 80'yan de bi awayekî balkêş li Iraqê paş ketin. Em bi xwe girêdana Kurd û Ereban baş dizanin ku herdu gel bi yek armancê ve ne ew jî rizgarkirina herêmê ji dagirkeran e. Em kûrbûna têkiliyên her du gelan dizanin. Em li dijî êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne, her wiha em li dijî tundiya li ser jinan in û em ê ji bo pêşxistina van têkiliyan bixebitin."

Her wiha, sekreterê giştî yê Partiya Komunsît a Misirê Ehmed Beha destnîşan kir ku Kurd û Ereb bira ne, lê piştî ku herêm di destpêka sedsala borî de hat parçekirin ev têkilî lewaz bûn. Beha got: "Tu astengî li pêşiya başkirina têkiliyên Kurd û Ereban tune ne. Li Misirê jî tu pirsgirêkên me bi birayên me yên Kurd re tune ye, ev demeke têkiliyên me bi wan re didome. Wek mînak yekemîn rojnameya Kurd li Misirê di sala 1889'an de hat çapkirin. Dijminên gelên Kurd û Ereb yek in, ji ber wê jî divê herdu gel ji bo parastina berjewendî û mafên xwe asta xebatê bilind bikin."

Di rûniştina duyemîn a komxebatê de seroka Meclisa Rêveber a MSD′ê Ehmed têkildarî rola stratejîk a têkiliyên Ereb û Kurdan di çareserkirina kirîza Sûriyeyê de axivî û got: "Nakokiyên di navbera gelên herêmê de bi destê pergalên hegemonîk bi armanca lewazkirina civakê û kontrolkirina herêmê hatine peydakirin, bûyerên li Dêrazorê jî vê yekê piştrast dikin."

Îlham Ehmed diyar kir ku ev planên li Dêrazorê bi destê hêzên herêmî û navneteweyî  di nav de hikumeta Şamê û dewleta Tirk hatin amadekirin û got: "Bi saya zanabûna gelê herêmê û bi saya projeya me ya ku em li ser dixebitin ev plan têk çûn, lê hîn jî hewldanên wan aliyan ên tirkîkirina herêmê û têkbirina hevgirtina civakî didomin."

Îlham Ehmed anî ziman dewletên Lîberal bi armanca qirkirina nasname û çandan êrişên dijwar li dijî gelên cîhanê bi giştî û rojhilata navîn bi taybet pêk tînin.

Îlham Ehmed diyar kir ku neteweya demokratîk li ser bingehê naskirina çandên li herêmê û pêşxistina têkiliyên xwişk û biratiya gelan û xurtkirina aştiya navxweyî hatiye avakirin.

Endama Koordînasyona Kongra Star Şîraz Hemo jî bal kişand ser girîngiya tifaqa Kurd û Ereban di çareserkirina aloziyan  de û wiha got: "Eger em behsa şaristaniya kevnar bikin, dîroka wan berdewama van şaristanaiyan e. Eger em behsa rola sereke ya jinan di avakirina têkiliyên Kurd û Ereban de bikin hingî em ê bêjin ku rola jinan di dîroka mirovahiyê de sereke ye."

Şîraz Hemo diyar kir ku her netewe-dewletek di nava krîzên hundirîn û derve de ne  û nîşaneyên vê yekê şoreşên buhara Erebî û ya Kurdan e diyar dibin û got: ′′Li hemberî planên dijberî girîngiya têkiliyên Kurd û Ereb xwe dide pêş. Her du gel tê gihiştine ku ji bilî yekitiyê tu çareserî nine. Her wiha divê têkiliyên her du gelan di çarçoveyên wê yên dîrokî yên sade werin lêkolînkirin û têkiliyên hevseng û pêwîst di navbera Kurd, Ereb û gelên herêmê yên din de werin avakirin."

Beşdaran li ser vê mijarê nêrînên xwe anîn ziman. Çalakvana Civaka Femînîst a Demokratîk a Lubnanê Erwan Newaf anî ziman ku têkiliyên Kurd û Ereban kevin in û got, li hemberî astengiyên hevbeş têkiliyên Kurd û Ereban nimuneyî ye.

Edîtora rojnameya El Ehram a Misirê Henan Hecan  got: "Dema em behsa têkiliyên Ereban û Kurdan dikin fermadarê Kurd ê mezin ê Misliman Selahedîn El Eyûbî tê bîra me ku dewleteke nûjen ava kir.

Her wiha anî ziman ku pirsgirêka Kurd ne dozeke tekekasî ye, lê belê Kurd û Ereb di têkoşînê de bi hev re bûn û xwedî dîrokeke hevpar a têkoşînê ne. Henan Hecan got: "Em bi hêvî ne ku rojên bê ji bo gelê Kurd rojên xêrê be û Rêber Abdullah Ocalan ji girtîgehê derkeve."

Nûnerê bajarokê Baxozê Şêx Şewax El Casim jî da zanîn ku li Dêrazorê tiştek bi navê şoreşa eşîran tune ye û wiha pê de çû: "Em bi Rêveberiya Xweser re ne. Ya ku li Dêrazorê rû da ne şoreş e û me ji destpêkê ve hewl da hinek xalan zelal bikin. Dêrazorê ji tevahî herêman cuda ye, ji ku hem li beramberî rejîmê ye û hem jî li beramberî Iraqê ye. Herêma herî mezin li Dêrazorê Hecîn e. Sedema bûyerên vê dawiyê yên li Dêrazorê rû dabûn, zextên herêmî û navneteweyî bûn."

Ji şêxên qebîleya Tey, Hesen El Tayî jî ev tişt anî ziman: "Li herêmê pirrengiya civakî heye, qebîleyên Ereb û yên Kurd hene. Bûyera ku li Dêrazorê rû da fitne bû. Em fitneyê naxwazin, em naxwazin bi navê eşîran fitne bên derxistin, ji ber ku ev ne çanda me ye. Em qebûl nakin bira birayê xwe bikuje. Ji bo têkiliyên Kurd û Ereb û Xiristiyan jî ev têkilî ne nû ye. Em xêrê ji Kurd, Ereb û Suryan re dixwazin. Nameya ku dixwazim bighînim we; bi navê qebîleya Tey em aştiyê û hezkirina di navbera tevahî pêkhateyan de dixwazin."

Seroka Meclisa Rêveber a MSD′ê Îlham Ehmed jî got, yên ku Tirkiyeyê bi rêve bir tebqeya bûrjûwaziyê ye ku karakterê Îslama nerm girtiye û hemû çandên li Tirkiyeyê hene tên Tirkkirin.

Her wiha behsa bûyerên li Dêrazorê jî kir û got, bi saya têkiliyên civakî rê li ber fitne û parçkirinê girt.

Komxebat bi encamnameyê bi dawî bû. Endamê PYD′ê Xalid Omer encamname xwend.

Encamname wiha ye:

′′Di 28′ê Îlona 2023′yan de, li ser banga PYD′ê Komxebata 2′yemîn a Sûriyeyî bi sernavê ′Stratejiya dîrokî ya têkiliyên Kurdî-Erebî li gorî nêrîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalanli bajarê Reqayê hat lidarxistin. Ji tevahî herêmên Sûriyeyê derdora 150 kesayet ji hêzên cuda, partiyên siyasî yên nîştimanî û civakî beşdarî komxebatê bûn.

Komxebat bi deqeyeker rêzgirtin ji bo bîranîna şehîdên azadiyê dest pê kir. Piştre bernameya komxebatê li gorî 2 rûniştinan dest pê kir û têkildarî dîroka têkiliyên Kurd û Ereban li Sûriye û Rojhilata Navîn, rola stratejîk a têkiliyên Ereb û Kurdan di çareserkirina aloziya Sûriyeyê de, girîngiya têkiliyê di aloziyên heyî yên li Rojhilata Navîn de 4 mijarên sereke hatin nîqaşkirin.

Di komxebatê de dîroka têkiliyên Kurdî - Erebî û derfetên pêşxistina van têkiliyan, her wiha bikaranîna van têkiliyan di peydakirina aştî û aramiya tevahiya Rojhilata Navîn de hatin nîqaşkirin.

Di nêrînên beşdaran de girîngiya pêkanîna nêrîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li ser van têkiliyan de hate destnîşankirin. Her wiha armancên girîng ên têkildarî çarenûsa hevbeş a gelan û civakên herêmê hatin nîqaşkirin. Beşdaran bal kişand ser girîngiya xurtkirina pergala ewlehî û îstiqrarê û gotin, pergala ewlehiyê bi rêya xurtkirina eniyeke hundurin û berxwedana li hember zehmetiyên ku aliyên olperest û neteweperest derdixin, xurt dibe. Beşdaran destnîşan kir ku çareserkirina aloziya Sûriyeyê di têkiliyên stratejîk de ye û gotin ku çareserî bi rêya çalakkirina rola nîştimanî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li deverên din ên Sûriyeyê û vegera li beyannameya çareseriya kirîza Sûriyeyê ya Rêveberiya Xweser û pêkanîna biryara 2254′an e.

Her wiha hat destnîşankirin ku nêrîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li ser têkiliyên dîrokî ya gelên herêmê wek bingeha parastina van têkiliyan e ku bi wê yekê projeyên nijadperestî û neteweperestî yên herêmê jî têk diçin.

Beşdarên komxebatê bang li serokeşîr, rûspiyên eşîran û kesayetên siyasî kir ku erkê xwe yê dîrokî yê pêşxistina xwişk û biratiya gelan û piştgirî dayîna QSD'ê  pêk bînin. Hate gotin, QSD′ê tevahî pêkhateyên herêmê diparêze û plan û komplo têk birin. Beşdaran diyar kir ku hêza çareseriyê ya li cem Rêveberiya Xweser hevgirtina şêniyên herêmê û naskirina rastiya têkiliyên dîrokî ye.′′