Di êrîşa dewleta Tirk de Weed El Xelûf şehîd ket

Meclîsa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker li ser rêya Til Marûf a Qamişloyê êrîşeke hewayî kiriye û di êrîşê de Weed El Xelûf şehîd ketiye.

Dewleta Tirk a dagirker di 27'ê Tîrmehê de li ser rêya bajarokê Til Marûf ê kantona Qamişloyê 2 wesayît bombebaran kiribû.

Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê têkildarî êrişê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin

"Dewleta Tirk a dagirker operasyonên qirkirinê li dijî welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomîne. Di 27'ê Tîrmehê de jî li ser rêya bajarokê Til Marûfê bi balafirên bêmirov ên biçek 2 wesayît bombebaran kirin.''

Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê êriş şermezar kir û ragihand ku di êrişê de welatiya bi navê Weed Elî El Xelûf şehîd bûye. Li gorî daxuyaniyê, Weed ji gundê Simêhan ê navçeya Til Birakê ye û sala 1998'an ji dayik bûye.