Di binê çavan de êşkence li rêvebera HEDEP'ê hate kirin

Berdevka Meclîsa Ciwanan a HEDEP'ê û endama Desteya Rêveber a Navendî ya partiyê Edanûr Îbrahîmoglû di binê çavan de rastî êşkenceyê hat.

Berdevka Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (HEDEP) û endama Desteya Rêveber a Navendî ya partiyê Edanûr Îbrahîmoglû doh li Stenbolê di dema daxuyaniya çapemeniyê de radestî tundiya polîsan hat. Li gorî agahiyan, di binê çavan de jî êşkence li Edanûr Îbrahîmoglû hatiye kirin.

Di daxuyaniya partiyê de ya li ser X (Twitter) hate gotin, "Êşkenceya we nikare bi me. Ev êrîşên we nîşaneya wê yekê ye ku hûn ji partiya me û ji meclîsa me ya ciwanan ditirsin. Hesabê êşkenceyê ku sûcê li dijî mirovahiyê ye hûn ê zû yan jî dereng bidin."