Dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrînê berhemên dîrokî didizin

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê berhemên dîrokî didizin. Gora Nûrî Dersimî ya Zerata Henê ya Şerawayê bi temamî hate xirakirin.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên bi ser wê ve cihên dîrokî yên Efrînê vedikin û hemû berhemên dîrokî talan dikin.

Li gorî agahiyan dewleta Tirk û çeteyên wê heta niha li Efrînê gelek cihên dîrokî talan kirin.

Li navçeya Şiyê ya  Efrînê, li gundê Durmîşa gelek cihên dîrokî yên Êzidiyan hatin talankirin.

Li navçeya Racoyê jî, li gundê Bîlûlka keleh hate vekirin û hemû berhemên dîrokî hatin talankirin, her wiha jêderkên xwecih gotin li gundê Elbîska jî berhemên dîrokî talan dikin.

Dîsa diyar bû ku dewleta Tirk û çeteyên wê li navçeya Şerewa Zareta Henê û ziyaretên Zerata Mihemed Elî bi temamî xira kirine.

Li Zerata Henê her wiha gora Nûrî Dersimî jî hate xirakirin.