Dewleta Tirk li Zirganê li birka ava vexwarinê da
Artêşa Tirk a dagirker vê carê jî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li bajaroka Zirganê li birka ava vexwarinê da.
Artêşa Tirk a dagirker vê carê jî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li bajaroka Zirganê li birka ava vexwarinê da.
Li gorî agahiyên ku hatine stendin dewleta Tirk a dagirker li gorî saeta herêmî saet di 10.00’an de li gundê Merzî yê navçeya Zirganê ya kantona Hesekê da.
Hêzên dagirker li birka ava vexwarinê dan. Di birkê de xisareke maddî çêbû.
Dewleta Tirk di 9’ê Tebaxê de li gundê El Şirkê yê li rojhilatê Eyn Îsayê ji heman malbatê du jê zarok 3 kes qetil kiribû. Di vê êrîşê de 3 kes jî birîndar bûbûn.