Dewleta Tirk li Tirbêspiyê agir bi zeviyan xist

Dewleta Tirk a dagirker 12 kîlometreyan li bakurê rojhilatê Tirbêsipyê agir bi zeviyên dora benzînxaneya Seîdayê xist.

Dewleta Tirk a dagirker 12 kîlometreyan li bakurê rojhilatê Tirbêspiyê ya kantona Qamişloyê agir bi zeviyên dora benzînxaneya Seîdayê xist. Ligel ku baregeha DYE li wir e jî 2 rafîneriyên petrolê şewitîn.

Dewleta Tirk a dagirker li ser xeta sînor li gundê Kerdimê ya 15 kîlometreyan li bakurê rojhilatê navçeyê ye, agir bi zeviyan xist.

Tîmên agirkujiyê ev şewat tefandin.