Dewleta Tirk li Mabetayê sê kes revandin

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê ragihand ku dewleta Tirk a dagirker li gundekî navçeya Mabeta ya Efrînê sê kes revandin ku yek ji wan jin bû.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriye diyar kir ku çeteyên ′Polîsên Leşkerî′ bi ser malên xelkê gundê Mîrkan ê navçeya Mabeta ya kantona Efrînê ya dagirkirî de girtin û 3 welatî revandin. Navên wan wiha ne; Fehîme Ehmed Tahir (25), Mihemed Ehmed Mistefa Hacî (40) û Ebdu Ezet (30).

Rêxistinê da zanîn ku çeteyên ′Polîsên Leşkerî′ welatiyên revandine ber bi navenda xwe ya li navenda kantonê ve birin û çarenûsa wan nayê zanîn.

Rêxistinê destnîşan kir ku di 14′ê Sibata 2021′an de çeteyên ′Cebhet El Şamiye′ yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker bi ser gundê Mîrkan de girtibûn, welatiyê bi navê Ebdu Ezet li pêş hevjîna wî Şêrîn Resol ku wê demê ducanî bû, êşkence kiribûn. Ji ber ku Şêrîn Resol ji hişê xwe çûbû û tevî 2 cêwiyan li nexweşxaneyê wefat kiribû.