Dewleta Tirk li Mabetayê 3 kes bi êşkenceyê revand
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê 3 kes bi êşkenceyê revandin.
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê 3 kes bi êşkenceyê revandin.
Çavkaniyên ji kantona Efrînê ragihandin ku çeteyên “Polîsên Sivîl” ên dewleta Tirk a dagirker li navçeya Mabeta îşkence li 3 welatiyan kirine, piştre birine cihekî ne diyar. Aqûbeta kesên revandî heta niha jî nayê zanîn.
Navên kesên hatine revandin wiha ne:
Mihemed Ehmed Mistefa
Fehîme Ehmed Hemalîko
Ebdo Izet Genc Xemîs