Dewleta Tirk li Eyn Îsayê komkujî kir: 3 kes hatin qetilkirin
Dewleta Tirk a dagirker li gundê El Şirkê yê li rojhilatê Eyn Îsayê ji heman malbatê 3 kes qetil kir û 3 jî birîndar kir.
Dewleta Tirk a dagirker li gundê El Şirkê yê li rojhilatê Eyn Îsayê ji heman malbatê 3 kes qetil kir û 3 jî birîndar kir.
Artêşa Tirk a dagirker doh gundê El Şirkê yê li rojhilatê navçeya Eyn Îsayê topbaran kir. Di encama topbaranê ji malbata Îsmaîl Hadî El Xelawî 3 kes şehîd bûn, 3 kes jî birîndar bûn. Birîndar rakirin nexweşxaneya Reqayê.
Navên şehîdan wiha ne: Hîba El Xelawî (10), Ebdullah (3) û dapîra wan Doza (60).
Her wiha, Melek (12), Tehanî (5) û dayika wan Heya Omer (25) birîndar bûn.
Dewleta Tirk a dagirker beriya niha jî li gundewarê navçeya Eyn Îsayê 5 komkujî kirin, tê de bi dehan şehîd û birîndar çêbûn. Komkujiyên ku dagirkeran li wê herêmê pêk anîne; Komkujiya Sefawiyê, El Dibis, El Ilêmat, Mezreya Qirtac in.