Dewleta Tirk li Eyn Îsayê jinek qetil kir

Di encama bomberdûmana dewleta dagirker a Tirk li ser gundê Xalidiyê de sivîlek şehîd bû û sivîlek jî birîndar bû.

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bênavber dewam dikin. Di encama bomberdûmana dagirkeran a li ser gundê Xalidiyê yê dikeve rojavayê Eyn Îsayê de, Emşa Hilal el-Begar (65) şehîd bû û Mihemed El-Xelef El-Elî (70) jî birîndar bû.

Li aliyê din dewleta dagirker a Tirk ku duh bi şev saet di 23.00’an de gundê Şirikê yê navçeya Xanaserê ya Dêrikê 3 caran bi balafirên şer bombe kir, 250 pezên gundiyan qetil kirin.

Her wiha herêmên di navbera navçeyên Nibil û Zehra yên li bakurê Helebê û gundê Rebîat ê navçeya Zirganê ya Kantona Hesekê de ji aliyê dewleta Tirk ve hedef tê girtin.