Dewleta Tirk li Cindirêsê 2 kes revandin
Çeteyên Tirk ên dagirker li gundên navçeya Cindirêsê ya Efrînê 2 kes revandin.
Çeteyên Tirk ên dagirker li gundên navçeya Cindirêsê ya Efrînê 2 kes revandin.
Li gorî agahiyên ji herêmê hatin girtin, dewleta Tirk Heysem Rafaî Oso yê ji gundê Kefer Delêya Jor û Heysem Mihemed Cuma yê ji gundê Gaziyê revandin. Her du jî birin cihekî nediyar. Çarenûsa wan ne diyar e.
DI NAVA HEFT MEHAN DE ZÊDEYÎ 200 KES HATIN REVANDIN
Dewleta Tirk li Efrînê ku ji sala 2018’an û vir ve dagir kiriye, rejîmeke terorê ya tam ava kiriye.
Di rapora Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê de hatibû diyar kirin ku dewleta Tirk a dagirker di 7 mehên destpêkê yên sala 2023’yan de herî kêm 208 kes revandine. Di heman demê de herî kêm 13 kes hatin qetilkirin û 17 hezar dar jî hatin birîn.
Di raporê de hate gotin, “Dewleta Tirk a dagirker bi sûcên weke komkujî, revandin, tundî, fîdye, desteserkirina mal û milkên gel, ji nû ve firotina malzemeyên desteserkirî li bazarê û xerakirina xwezayê, mafên mirovan binpê dike.”