Dewleta Tirk êrîş bir ser nûçegihanên ANHA'yê
Dewleta Tirk a dagirker bi doçkayan êrîş bir ser nûçegihanên ANHA’yê yên ku ji Eyn Îsa ji bo şopandina Komxebata Şêwirê ya li Reqayê diçûn.
Dewleta Tirk a dagirker bi doçkayan êrîş bir ser nûçegihanên ANHA’yê yên ku ji Eyn Îsa ji bo şopandina Komxebata Şêwirê ya li Reqayê diçûn.
Dewleta Tirk a dagirker, êrîş bir ser nûçegihanên Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) ku ji bo Komxebata Şêwirê bişopînin ji navçeya Eyn Îsayê berê xwe didan Rêqayê. Di êrîşê de tiştek bi nûçegihanan nehat.
Têkildarî bûyerê ANHA’yê ev agahî parve kirin: "Nûçegihanên me yên êrîş li wan hate kirin, Cuma Mihemed û Zana Seydî dan zanîn ku artêşa Tirk a dagirker ji baregeha xwe ya li gundê Seyda bi doçkayan gule li wan barandiye. Dema nûçegihanên me vê sibehê bi erebeyekê li ser rêya M4 ya li rojavayê Eyn Îsayê berê xwe didan Reqayê êrîş li wan hate kirin. Tiştek bi wan nehat."
Li rojavayê Eyn Îsayê baregehên dewleta Tirk a dagirker li nêzî rêya M4 hene. Ji wan baregehan êrîş li wesayitan têne kirin. Lewma xeteriyê li ser jiyana xelkê li herêmê çêdike."