'Dewleta Tirk dixwaze herêmê ji mirovan xalî bike'

Midûrê Karên Avê ya Kantona Qamişloyê Xurşîd Oso diyar kir ku dewleta Tirk bi bombekirina qadên elektrîk, av û petrolê gel bêçare hiştiye û zexta koçberiyê ferz kiriye.

Midûrê Karên Avê ya Kantona Qamişloyê Xurşîd Oso ragihand ku dewleta Tirk ji bo çêkera nifûsê biguherîne, êrîşî unîteyên jiyanê yên bingehîn dike û got: “Hovîtiya dewleta Tirk tê zanîn. Her tim ev êrîşên wî yên hovane hebûn, lê tevî vê yekê jî her tim gel israr kir ku li ser xaka xwe bimîne û wê bimîne jî.”

Dewleta Tirk a dagirker êrîşên xwe yên sûcê mirovahiyê, li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomîne. Dewleta Tirk êrîşî îstasyonên avê, elektrîkê û bîrên petrolê dike. Midûrê Karên Avê ya Kantona Qamişloyê Xurşîd Oso û yek ji rêveberên Saziya Elektrîkê ya Kantona Qamişloyê Mihemmed Zekî Silêman Îsa ji ANF’ê re axivîn.

ELEKTRÎK Û AV TUNE YE

Oso bi bîr xist ku santrala elektrîkê ya ku pêdiviya elektrîka 4 îstasyonên avê ya Qamişloyê bi cih dianî, hat bombekirin û ev tişt got: “Qamişlo bajarekî mezin e, bi texmînî 1 milyon mirov li vir dijîn. Gelek koçberên ji Serêkaniyê û Girê Spî hatine, li vir dijîn. Dîsa Îstasyona Siwediyê elektrîk dida hemû qada Cizîrê. Her wiha ji bo pêdiviya ava li herêmê jî, elektrîka pêwîst ji vir dihat birin. Niha ji Dêrikê, heta Elok û Serêkaniyê bi temamî bêyî elektrîk maye. Gel bê av maye. Niha li Tirbespiyê, Amûdê, Girkê Legê, Çilaxa, Dêrik van bajaran hemûyan elektrîk tune ye û av jî ji ber vê yekê nayê dayîn. Em ê hewl bidin bi jeneratoran avê bidin, lê ji xwe ambargoyek li ser Rojava heye. Derî girtî ne. Li gorî pêdiviyan jenerator anîn zehmet e.

GEL XAKA XWE TERK NAKE

Ji xwe armanca dewleta Tirk ev e ku pêwîstiyên gel bibire, bê çare bihêle û zorî li wan bike ku cihê xwe terk bikin. Bi vî rengî jî çêkera demografîk a herêmê biguhere. Hovîtiya dewleta Tirk tê zanîn. Her tim ev êrîşên wî yên hovane dihatin kirin. Tevî vê yekê jî her tim gel isras kir ku li ser xaka xwe bimîne û wê bimîne jî. Dewleta Tirk bi vî rengî nikare îradeya gel bişkîne. Em ê jî ji bo dabînkirina pêdiviyên gelê xwe, her cure hewldanê bikin. Helbet gelek zirarên mezin ên madî hatin dayîn. Gelek îstasyon hatin îmhakirin. Dibe ku mîna berê av neyê dayîn ku bi temamî pêwîstiyê dabîn bike, lê em ê bi hemû hêza xwe bixebitin.”

SAZIYÊN GIRÊDAYÎ ELEKTRÎKÊ SEKINÎN

Yek ji rêveberên Saziya Elektrîkê ya Kantona Qamişloyê Mihemmed Zekî Silêman Îsa îşaret pê kir ku bi taybetî îstasyonên elektrîkê tên hedefgirtin û got: “Êrîşî îstasyonên elektrîkê yên Dêrik, Hesekê, Qamişlo, Tirbespiyê hat kirin. Van îsasyonan zirarên mezin dîtin. Îstasyona li Amûdê bi temamî şewitî û niha bajarê Amûdê bêyî elektrîk e. Li Qamişloyê du îstasyonan zirar dît. Gelek navendên me yên stratejîk li ser van îstasyonan dixebitin. Depoyên genim, nexweşxaneya çav û dil, navenda diyalîzê ya gurçîkan, 6 nexweşxaneyên sivîl, du firinên navendê yên mezin ên Qamişloyê ji vir elektrîk distandin. Niha evane hemû sekinîne. Niha pêwîstiya gel a av û nan nayê dabînkirin. Bîrên avê naxebitin. Nêzî 500 hezar mirov bi temamî bêyî elektrîk man. Nîva Qamişloyê. Niha em hewl didin bi jeneratoran dabîn bikin. Lê wê piştî demekê dîsa krîz çêbibe. Jeneratorên ku gel bi kar tînin, nêzî 3 saetan dixebitin. Dîsa sazî bi şêwazekî hewl didin îdare bikin. Niha em bi taybetî li ser bîrên avê, pêwîstiya nan û nexweşxaneyan disekinin. Ambargo li ser Rojava heye. Ji bo dabînkirina van hemûyan, wext pêwîst e.”