Li ser Rojava bombardûmaneke giran heye

Dewleta Tirk a dagirker piştî bi eşkerehî da zanîn ku wê sûcê şer bike, êrîşên xwe bi ser binesaziyên sivîl ên Rojava de zêde kirin.

Ji serê sibehê ve ye ku êrîş li Hesekê tên kirin. Li Taxa Mişêrfa, li nêzê îstgeha Hîmê bombe li wesayîtekê hat xistin. Hat diyarkirin ji ber êrîşê kes heye/hene ku jiyana xwe ji dest dane. Lê zêde agahî bi dest neketin.

Bi pişt re êrîş li der û dora Kampa Waşûkaniyê hat kirin.

BI EŞKEREHÎ GOT KU WÊ SÛCÊ ŞER BIKIN

Dewleta Tirk bi awayekê sîstematîk sivîl û binesaziyên sivîlan dide ber bombeyan. Ev çend sal in ku her sal bi dehan sivîlan dikuje.

Hîkûmeta Tirk vê carê bi eşkerehî got ku wê sûcê şer bike. Wezîrê Karê Derve Hakan Fîdan da xuyakirin ku ew ê hemû binesazî, seresazî û tesîsên enerjiyê ji xwe re bikin armanc.