Dewleta Tirk a dagirker bombe li gundên Şerayê barand

Dewleta Tirk a dagirker bombe li du gundên navçeya Şera ya Efrînê barand.

Êrişê li gorî dema herêmî saet di 10:00 de dest pê kir. Hêzên dagirker ên dewleta Tirk bi topan bombe li gundên Meranaz û Malîkiye yên navçeya Şera ya Efrînê barandin. Li ser êrişê agahiyên berfireh nehatin bidestxistin.

Li gorî dema herêmê saet di 08:30'î de jî droneyeke bi tîpa PD-1 a dewleta Tirk roket avêt girê Til Rifetê.