Dewleta Tirk 4 kes revandin, hêzên Şamê kesek
Dewleta Tirk a dagirker, li navçeya Cindirês a Efrînê 4 kes revandin. Hêzên Şamê jî li Helebê koçberekê Efrînî revand.
Dewleta Tirk a dagirker, li navçeya Cindirês a Efrînê 4 kes revandin. Hêzên Şamê jî li Helebê koçberekê Efrînî revand.
Li gor agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin wergirtin, dewleta Tirk a dagirker li navçeya Cindirês a Efrînê 4 kes revandin.
Navên çar kesên hatin revandin ev in: ‘’Xalid Resûl Gul Xelo (25), Cûma Mistefa Elwan (27), Mihemed Mistefa Binefş (31), Ebdurehman Hisên Elîko (35).
Hêzên Şamê jî Seydo Şêx Qenber (36) ku ji gundê Xilalka yê navçeya Bilbil a Efrînê ye, gava ku wê vegere Şehbayê, revandiye.
Li gor agahiyên hatin wergirtin, Qenber li nuqteyeke kontrolê ya hêzên Şamê ya li Çerxerêya Lêramûn a Helebê hatiye rawestandin, lê bi kû ve hatiye birin ne diyar e.
Hikumeta Şamê ambargoyeke giran daniye ser taxên Helebê Şexmeqsûd û Eşrefiyeyê û Kantona Şehbayê. Hêzên hikumetê xwe li têketina her du taxan û kantonê bi cih kirine, nahêlin sotemenî, derman, dexil û dan û tiştên derbas bibin.