Dagirkeran zêdeyî 3 hezar kes li Girê Spî bi cih kirin
Dewleta Tirk a dagirker di meha Sibatê de li Girê Spî ya dagirkirî zêdeyî 3 hezar kez bi cih kirin.
Dewleta Tirk a dagirker di meha Sibatê de li Girê Spî ya dagirkirî zêdeyî 3 hezar kez bi cih kirin.
Dewleta Tirk a dagirker li herêmên ku dagir kirine, polîtîkayên guhertina demografiyê didomîne.
Li gorî agahiyên ku çavkaniyên xwecih dane, dewleta dagirker di Sibata îsal de berê zêdetirî 3 hezar penaberên Sûriyeyî yên li Tirkiyeyê, da herêma Girê Spî ya dagirkirî.
Çavkaniyan diyar kir ku dewleta Tirk beşeke penaberan radestî çeteyên "Polîsên Leşkerî" kir da ku wan li malên koçberan bi cih bikin.
Heman çavkaniyan destnîşan kir ku penaberên ji Tirkiyeyê hatine derxistin û berê wan dane Girê Spî, li deverên Hema, Heleb, gundewarê Şamê, Dêrazorê û deverên din ên Sûriyeyê ne.
Dewleta Tirk ji destpêka Nîsana 2022’yan ve berê zêdetirî 35 hezar penaberan daye Girê Spî.