Dagirkeran li Efrînê sê kes revandin
Li Bedînayê ku gundekê navçeya Raco ya Efrînê ye, dagirkeran sê kes revandin.
Li Bedînayê ku gundekê navçeya Raco ya Efrînê ye, dagirkeran sê kes revandin.
Çeteyên xwe wek "polîsên leşkerî" yên girêdayê Tirkiyeyê dane naskirin, 16’ê Tîrmehê li gundê Bedîna yê navçeya Raco ya Efrînê 3 revandine.
Hat zanîn ku navên kesên hatine revandin ev in; Îsmaîl Elo (49), Hebeş Elo (52) û Ebdo Cefer Sîdo.
Hat diyarkirin ku ji bo berdana wan 200 dolar fîdye tê xwestin.