Dagirkeran li Efrînê 4 kes revandin

Çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker li Efrînê 4 kes revandin.

Li navçeya Racoyê ya Efrînê çeteyên bi navê ‘Feyleq Şam’ ên girêdayî artêşa Tirk a dagirker li gundê Qerebabayê Mesûd Omer Hîro (40) ê berasteng revand.

Hate diyarkirin li gundê Îska yê Şêrawayê jî Ebdo Birîmo (26) jî hatiye revandin. Hate diyarkirin ji ber ku beriya dagirkeriya Efrînê Ebdo Birîmo peywira xwe ya xweparastinê pêk aniye ceza lê hatiye birîn û ji ber vê hatiye girtin.

Li gundê Kebaşînê jî çeteyên Heyet Tehrîr Şam jî Ehmed Ebdo revandine.

Hate diyarkirin çeteyên ‘Polîsên sivîl’ jî li ser rêya Cindirês û Şiyê ciwanê bi navê Mihemed Kenco (34) revandiye.