Ciwanên Helebê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd meşiyan

Bi dehan ciwanên Helebê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan.

Yektiya Jinên Ciwan a Helebê bi dirûşmaya "Tu kes nikare roja me tarî bike" meşek li dar xist.

Bi dehan ciwan tev li meşên bûn, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hildan û pankartên bi nivîsên "Tu kes nikare roja me tarî bike" û "Jin, Jiyan, Azadî" vekirin.

Ciwanan ji pêşiya hola civînan a li beşê rojava ya taxa Şêxmeqsûdê heta qada Şehîd Destîna ya li beşê rojhilat ê taxê meşiyan û bêyî navber dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" û "Bê serok jiyan nabe" berz kirin.

Li qada Şehîd Destîna deqeyeke rêz hat girtin. Piştre endama Yekitiya Jinên Ciwan Rîm Milhim axivî. Rîm bal kişand ser ceza û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: "Tevî binpêkirinan jî Rêbertî teslîm nebû, lê têkoşîna wî ya ji bo gelan xurtir bû."

Rîm diyar kir ku ew ê çalakiyan berdewam bikin heta azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk were.