Ciwanên Ereb li Reqayê li dijî bikaranîna çekên kîmyewî meşiyan
Ciwanên Ereb di saetên şevê de li Reqayê li dijî bikaranîna çekên kîmyewî yên ji aliyê dewleta Tirk ve ya li qadên gerîla, meşiyan û bang li ciwanan kir ku bi erka xwe rabin.
Ciwanên Ereb di saetên şevê de li Reqayê li dijî bikaranîna çekên kîmyewî yên ji aliyê dewleta Tirk ve ya li qadên gerîla, meşiyan û bang li ciwanan kir ku bi erka xwe rabin.
Piştî îlankirina şehîdbûna 17 gerîlayên Tevger Azadiya Kurdistanê li her derê gelê Kurd û dostên wan daketin kolanan. Yek ji van cihên ku çalakî lê hate kirin jî Reqa bû.
Ciwanên Ereb bi pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger li Reqayê daketin kolanan û bi meşekê êrîşên dagirkeriyê û bikaranîna çekên kîmyewî ya ji aliyê dewleta Tirk ve ya li qadên gerîla protesto kirin.
Meşa ciwanan ji Parka Şehîd Hevrîn Xelef destpê kir heta Çerxerêya Saetê dom kir. Li vir Endama Tevgera Ciwanên Şoreşger Bûşra Ehmed daxuyanî da.
Ehmed di serî de êrîş û bikaranîna çekên qedexe û kîmyewî ya dewleta Tirk a li ser gerîla şermezar kir, bêdengiya raya giştî ya cîhanê û navneteweyî rexne kir. Ehmed diyar kir ku wê ciwan soza gihandina serketinê ya armanc û xeyalên şehîdan dide û erka dikeve ser milan wê pêk bînin.