Ciwanan bi meşeke meşaleyî komplo şermezar kirin

Bi sedan ciwanên Efrîn û Şehbayê bi meşek meşaleyî Komploya Navnetewî ya li ser Rêberê Gelê Kurd li navçeya Ehrezê hate lidarxistin şermezar kirin.

Meş ji qada  sereke ya navçeya Ehrezê di seat 16.00’an destpê kir û ber bi Goristana Şehîdên Serdemê ve ketin rê.

Di meşa meşaleyî ya ciwanan de li gel hildana posterên Ocalan, alên Ciwanên Şoreşger  pankarta bi nivîsên ‘Tencrîdê bişkêni, faşîzmê têk bibin, netewa demokratîk mîsoger bikin’ hate vekirin.

Di meşê de li ser navê ciwanên Şehba Îsari û li ser navê ciwanên şoreşger a herêma Efrînê Tolhildan axivîn û  di axaftinan de hate gotin ku wê Ocalan azad bikin û ramanê wî li her derê cîhanê belav bike.

Meşa ciwanan bi dirûşmên ‘Bijî Berxwedana Îmralî’û ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.