Cenazeyên 4 şehîdên Ewlekariya Hundirîn hatin veşartin
Cenazeyên 4 şehîdên Hêzên Ewlekariya Hundirîn li ber dirûşman hatin veşartin.
Cenazeyên 4 şehîdên Hêzên Ewlekariya Hundirîn li ber dirûşman hatin veşartin.
Şêniyên navçeya Amûdê cenazeyê endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Yûnis El Mihemed, Selahedîn Hisên, Beşar Elî û Mihemed El Celo ji çerxerêya Dirbêsiyê hilgirtin ser milê xwe û bi berzkirina dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re berî dan Goristana Şehîd Îsmaîl Hogir.
Li goristanê deqeyeke rêz hat girtin, piştre endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Amûdê Mihemed Ehmed axivî û sersaxî da malbatên şehîdan.
Ehmed bêdengiya Rûsya û DYA′yê ya li hemberî êrişan şermezar kir û wiha domand: "Em ê li hemberî van êrişan bêdeng nemînin û em bi şervanên xwe re ne."
Mihemed Ehmed soza şopandina xeta şehîdan da.
Nûnerê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Hisên El Sada bal kişand ser fedakariyên şehîdan û got: "Van lehengdan giyanê xwe fedaî welatê xwe kirin. Ev şehîd li ba xweda zindî ne."
El Sada anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker wê nikaribe gelên herêmê ji hev qut bike û wiha pê de çû: "Em ji Tirkiyeyê re dibêjin; em li ser vê xakê ne, hûn xirab bikin jî em ê welatê xwe ava bikin, tu nikarî gelê me yê leheng Kurd, Ereb, Suryan, Tirkmen û Çerkes ji hev qut bikî. Em ê li ser vê xakê bin, me bimirin jî wê mirina me li ser vê xakê be."
Piştî axaftinan wesîqeyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatinkirin.
Di dawiyê de cenazeyên şehîdan bi dirûşme û tilîliyên dayikan hatin veşartin.