Cenazeyê şervanê QSD’ê Xelîl Şêx Elî veşartin
Bi sedan şêniyên Kobanê cenazeyê şervanê QSD'ê Xelîl Şêx Elî bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dîcle veşartin.
Bi sedan şêniyên Kobanê cenazeyê şervanê QSD'ê Xelîl Şêx Elî bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dîcle veşartin.
Cenazeyê şervanê QSD'ê Xelîl Şêx Elî (Rustem Cûdî) ê ji gundê Toqelî yê Kobanê ku di 17'ê Gulanê de dema erka xwe ya leşkerî pêk dianî, şehîd bû, li Kobanê bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dîcle hate veşartin.
Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin destpê kir. Piştre Hevseroka Meclîsa Têkiliyên Giştî ya PYD'ê ya Herêma Firatê Almaz Romî sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got: "Şehîd nirxên gelan in, gel û destkeftiyên wê diparêzin."
Romî diyar kir ku dewelat Tirk careke din hewl dide vîna gelê Kurd li çiyayên Avaşîn, Zap û Metînayê bişkîne û got: "Lê gerîla li hemberî êrîşên dagirkeriyê têdikoşin. Em piştgiriyê didin gerîla di berxwedana wê ya li dijî dagirkeriya Tirk de, mîna ku çawa gerîla di şerê Kobanê de dest da me."
Li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Îzet Hemo anî ziman ku gel deynderê şehîdan e, ji ber ku şehîdan ji bo jiyaneke azad canê xwe didin. Hemo got: "Em Meclîsa Malbatên Şehîdan û tevahî malbatên şehîdan divê layiqî keda şehîdan bin, ji ber bi xwîna xwe dîrok nivisandin."
Hemo soza şopandina xeta şehîdan heta rizgarkirina herêmên dagirkirî û pêkanîna xewnên şehîdan da.
Piştî axaftinan nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin.
Cenazeyê şehîd di nava diruşmeyên dilsoziya bi şehîdan re û tiliyên dayikan de hate veşartin.