Cenazeyê şervanê QSD’ê Ûsama El Salim hat veşartin
Cenazeyê şervanê QSD’ê Ûsama El Salim ê 29’ê Îlonê di operasyona ‘Xurkirina Ewelehiyê’ li Dêrazorê şehîd bibû, bi merasîmek girseyî hat veşartin.
Cenazeyê şervanê QSD’ê Ûsama El Salim ê 29’ê Îlonê di operasyona ‘Xurkirina Ewelehiyê’ li Dêrazorê şehîd bibû, bi merasîmek girseyî hat veşartin.
Cenazeyê şervanê QSD’ê Ûsama El Salim ê 29’ê Îlonê di operasyona “Xurkirina Ewelehiyê” li Dêrazorê şehîd bibû, bi merasîmek girseyî li Goristana Şehîdên Tebqayê hat veşartin. Bi sedan şêniyên Tebqayê beşdarî merasîmê bûn.
Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin û merasîma leşkerî dest pê kir. Piştre bi navê QSD′ê ji fermandar Agirî El Mihemed axivî, soz da dayikên şehîdan ku ew ê destkeftiyên şehîdan û herêmê biparêzin.
Cîgirê hevserokatiya Meclîsa Rêveber a Tebqayê Ebdulezîz El Esker jî got: "Me ji bo rizgarkirina gel û xaka xwe bi hezaran şehîd dane. Em ê teslîm nebin û em ê li ser soza xwe bin ku me bi şehîdên xwe re daye.”
Bi navê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, hevserokê Desteya Kar û Barên Civakî Farûq El Maşî wiha axivî: "Me ji bo welatekî ewle û aram bi hezaran şehîda dane. Ji bo têkbirina dagirkeran li ser xaka xwe em ê hîna jî berdêlên giranbuha bidin. Em ê destkeftiyên bi xwîna şehîdên leheng hatine bidestxistin, biparêzin. Dijmin bi êrîşên xwe yên nemerd hewl didin îrade û rûmeta me têk bibin û şêwazê jiyana me xirab bikin. Em ji dijmin re dibêjin, em xwediyê vê xakê ne, em xwediyê vê dozê ne, ev xak xaka me ye û em ê li ser bijîn. Zarokên me hene parastina xaka me bikin. Her çiqasî rêbazên wê qirêj bin jî, hûn nikarin me bişkînin. Bizanibin; çawa me rêxistina DAÎŞ′ê têk bir û welatê xwe ava kir, hûn ê nikaribin girêdana me bi xaka me ve bişkînin.′′
Piştre endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Foza El Mihemed wesîqeya şehîd Ehmed El Salim xwend û radestî malbata wî kir. Cenazeyê şehîd bi dirûşma li Goristana Şehîdên Tebqayê hat veşartin.