Cenazeyê şehîdên Berxwedana Rûmetê li Kobanê hatin veşartin
Bi sedan şêniyên kantona Kobanê, cenazeyê 3 şehîdên Berxwedana Rûmetê li Goristana Şehîd Dîcle bi merasîmekê spartin axê.
Bi sedan şêniyên kantona Kobanê, cenazeyê 3 şehîdên Berxwedana Rûmetê li Goristana Şehîd Dîcle bi merasîmekê spartin axê.
Bi tevlîbûna bi sedan kesî cenazeyên şehîdên Berxwedana Rûmetê Xerîb Îsmaîl (Tamir Zagros), Mehmûd Hero (Bakur Kobanê) û Ebdullah Neasan (Kenda Jiyan) bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dîcle ya bajarê Kobanê hatin veşartin.
Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Hevserokê TEV-DEM`ê ya Herêma Firatê Ebdulrehman Demir axivî, sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest.
Ebdulrehman Demir got: “Em rojane bi dehan şehîdan oxir dikin, ev wê yekê diyar dike ku em li ber xwe didin û em ê li hemberî dagirkeriya Tirk a faşîzîm a li ser xaka me serkeftinê bi dest bixin.” Demir di dawiya axaftina xwe de, soza şopandiya rêya nû kir.
Malbatên şehîdan jî axivîn, gotin ew bi şehadeta zarokên xwe serbilin din , ji ber ku rêya kerametê hilbijartine.
Bi navê Kongreya Star Semîra Xelîl serasxî ji malbatên şehîdan re xwest û gotin, xwîna şehîdan vala naçe.
Piştî axaftinan Meclîsa Malbatên Şehîdan nasnameyên şehîdan xwendin û radestî malbatan hatin kirin.
Cenazeyên şehîdan di nava dirûşme û tilîliyên dayikan hatin veşartin.