Cenazeyê şehîd Hesen Ehmed El Mirî hat veşartin

Cenazeyê şervanê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Hesen Ehmed El Mirî li Goristana Şehîdan a Minbicê hat veşartin.

Cenazeyê şervanê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Hesen Ehmed El Mirî yê dema erka xwe bi cih dianî şehîd bû bi merasîmeke girseyî li Goristana Şehîdan a Minbicê hat veşartin.  Bi dehan şênî, endamên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê, meclîsên sivîl, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, rêxistinên civaka sivîl, partiyên siyasî, şêx û rûspiyên herêmê, tevgerên jin û ciwanan û meclîsên leşkerî beşdarî merasîmê bûn.

Di merasîmê de cîgirê hevserokatiya Meclîsa Qanûnsaz a Rêveberiya Sivîl a Minbic û gundewarê wê Mihemed Adil axivî û got: "Dewleta Tirk a dagirker armanc dike gelên daxwaza mafên xwe dike û banga guhertina çarenûsa xwe dike, qir bike. Dewleta Tirk bi balafirên bê mirov ên biçek û bi çekên kîmyewî yên qedexekirî  kesên bê guhen, zarok û xwendekaran qetil dike. Lê pîvan û qanûnên mafên mirovan ji bo wan sûcdaran derbas nabe."

Mihemed Adil di dawiyê de got: "Bi yekitiya xwe û bi vîna jinên azad û ciwanên şoreşger, her wiha bi sekna me ya bi meclîsa me ya leşkerî re em ê tevahî armancên Erdogan û çeteyên wê têk bibin ku dixwazin yekitiya gelan û avakirina neteweya demokratîk têk bibin."

Endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Minbicê Huzeyfa Ebdo jî bal kişand ser fedakariyên şehîdan û anî ziman, rêya ku şehîdan xêz kiriye ronahiya siberojê ye û rêya serketin û rizgarkirinê ye.

Di merasîmê de ji fermandarên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Mihemed Elî jî got,ew ê şopdarên xeta hevrêyên xwe yên şehîd bin û dê gel û welatê xwe ji êrîşan biparêzin.

Piştre endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Mihemed El Mewas wesîqeya şehadetê ya şehîd xwend û radestî malbata wî kir.

Cenazeyê şehîd bi dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re hat veşartin.