Cenazeyê gerîlaya YJA Star Başak spartin axê

Cenazeyê gerîlaya YJA Starê Emîne Başak (Rûken Cûdî) a di şerê 18’ê Cotmehê de li herêma Cûdî ya Şirnexê şehîd bûbû, li Silopyayê spartin axê.

Piştî 37 rojan û şûnde cenazeyê gerîlaya YJA Star Emîne Başak a li Nexwexaneya Dewletê ya Şirnexê dihate ragirtin, da malbatê.

Cenazeyê 8 gerîlayên ku li şer û dîrokên cihê yên li herêma Besta, Çiyayê Gabar û Cûdî ya Şirnexê şerhîd bûne, 37 roj in nadin malbatê. Malbatên ku ji bo cenazeyên ku li morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê tên ragirtin bigirin, bi hinceta ku testa ‘DNA derneketiye’ cenazeyan nadin.

Cenazeyê gerîlaya YJA Starê Emîne Başak a yek ji cenazeyê 8 gerîlayên ku 37 roj in li morgê tên ragirtin, îro dan malbatê. Malbat ku ji bo cenaze bibe mal, daxwaza wesayîta cenaze ji şaredariya Cizîr û Şirnexê kirin, lê nedayê.

Malbatê bi derfetê xwe cenazeyê keça xwe girt û ber bi Silopyayê ketin rê. Malbatê di bin dorpêça polîsan de cenaze li Goristana Barbaros spartin axê.