Bi tevlîbûna sedan welatiyên navçeya Tirbespiyê, endamên saziyên civaka sivîl, endamên trafîkê û Hêzên Ewlehiya Hundirîn, cenazeyê şehîd Hozan Silêman ji mala wî ya li gundê Til Şeîr a navçeya Tirbespiyê girtin û bi karwanekî berê xwe dane Goristana Şehîd Dilşêr. Li goristanê cenazeyê şehîd ji aliyê bi sedan welatiyên Tirbespiyê û bajarok û gundên wê ve hatin pêşwazîkirin.
Li goristanê, merasîma bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ya ji aliyê endamên Hêzên Ewlehiyê û trafîkê ve hate destpêkirin. Piştre ji rêveberên trafîkê Dîler Temo, ji fermandarên Hêzên Ewlehiya Hundirîn Botan Kobanê û ji rêveberên Meclisa Malbatên Şehîdan Celal Hisên, axivîn.
Di axaftinan de, sersaxî ji malbata şehîd re hate xwestin û sozê domandin têkoşîna wî hate dayîn.
Li ser navê malbata şehîd Hozan jî apê şehîd Sêrdîn Silêman axivî û hêvî kir ku şehadeta lawê wan bibe gavek ji bo yekîtiya Kurdan.
Piştre jî nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbatê wî hate kirin.
Di dawiya merasîmê de cenazeyê şehîd bi dirûşman ve spartin axê.