Cenazeyê Şehîd Mihemed El Mişel spartin axê

Cenazeyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mihemed El Mişel ê di encama qezaya trafîkê de şehîd bûbû, li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan bi merasîmekê spartin axê.

Bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mihemed El-Mişel ê 13’yê Sibatê dema li ser erka xwe bû di encama qezayeke trafîkê de şehîd bûbû,  li Goristana şehîd Delîl Saroxan bi merasîmekê spartin axê.

Merasîm bi rêzgirtinê destpê kir, piştre Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo Lezgîn Elî axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest.

Lezgîn Elî destnîşan kir ku Hêzên Parastina Gel (HPG) li herêma Garê ya Başûrê Kurdistanê li dijî artêşa Tirk a dagirker serkeftin pêk anî û bi saya fikirê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gelê wan gelek serkeftin bi dest xistine. Yek ji van serkeftinan a li çiyayê Garê ye.

Lezgîn destnîşan kir ku bi navê Malbatên Şehîdan soza şopandina rêya şehîdan û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan da û got,  heta misogerkirina azadî û demokratiya hemû pêkhateyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ew ê têbikoşin

Piştre Hevserokê Desteya Oldarên Musilman a Herêma Cizîrê Mihemed Mele Xerzî axivî û da xuyakirin ku gelê herêmê bi hemû pêkhateyên xwe li dijî êrîşên artêşa Tirk a dagirker yekîtiya xwe çêkir û banga xurtkirina têkoşînê li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker kir.

Di dawiya merasîmê de nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbatên kirin. Cenazeyê Şehîd di nava dirûşmên "Şehîd namirin" li Goristana şehîd Delîl Saroxan spartin axê.