KBDH: Ji Rosayan heta bi Sarayan jinên berxwedêr wê bi ser bikevin!

KBDH'ê têkoşîna jinên li Parîsê hatin qetilkirin silav kir û got, "Ji Rosayan heta bi Sarayan jinên berxwedêr wê bi ser bikevin."

Konseya Giştî ya Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Jinan (KBDH) ji ber salvegera komkujiya Parîsê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Ji sembolên berxwedana li dijî faşîzm û serweriya mêr Rosa Luxemburg, Sakîne Cansiz (Sara), Fîdan Dogan (Rojbîn), Leyla Şaylemez (Ronahî) û berxwedêrên jin ên tevlî karwanê nemiran bûn, di têkoşîna me de dijîn."

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Rosa Luxemburg ku 15'ê Çileya 1919'an li Berlînê hate qetilkirin digot, 'Yekser sibe şoreş... Ez hebûm, heme û ez ê hebim' û dirûşma wê li gel dehan salên di ser re derbas bû îro hîn jî dirûşma jinên berxwedêr e. Mîna jiyana bi têkoşîn, şervanî, berxwedêrî ya hevrê Sara ku li zindana Amedê li dijî dijmin destana berxwedanê nivîsî. Jiyana wan rê nîşanî me dide ku li hemberî êrîşan em ê çawa têbikoşin, li ber xwe bidin û serhildanê mezin bikin."

Di dewama daxuyaniyê de işaret bi êrîşên li ser Rojavayê Kurdistanê hate kirin û hate ragihandin ku sîstema faşîst û serweriya mêr êrîşî berxwedana jinê, destketiyên jinê dike. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Serdest bi êrîşên li ser Rojava re dixwazin berxwedana jinê ya li xaka şoreşê tine bike. Çawa ku li hemberî çeteyên DAÎŞ'ê yên Îslamîst mîna Arîn Mîrkan, Aynûr Ada, Ekîn Ceren, Îvana me li ber xwe dan û em bi ser ketin, îro jî li hemberî van êrîşan bi heman baweriyê em ê li ber xwe bidin û serketinê mezin bikin."

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Ji bo serxistina berxwedana jinan a li dijî sîstema serweriya mêr, ji bo têkbirina êrîşên faşîst wezîfeya me ye ku em qadên berxwedanê biparêzin, qadên nû yên berxwedanê biafirînin, destektiyên li Rojava bi pêşengiya jinan hatine afirandin biparêzin. Xwedîderketina li mîrateya hevrêyên me yên jin ên tevlî karwanê nemiran bûn, bi mezinkirina şer û qada berxwedanê dibe.

Em ê mîna Rosa, mîna Sara têkoşîna şoreşgerî di her kêliyê de bi biryardarî dewam bikin û li ser şopa hevrêyên xwe yên jin têkoşîna jinê mezin bikin."

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin, "Jinên ku li dijî faşîzma AKP-MHP, kapîtalîzma emperyalîst, mêtingerî û serweriya mêr li ber xwe didin wê bi ser bikevin. Ji Rosayan heta bi Sarayan tevgera şoreşê ya yekbûyî ya jinê, berxwedana jinê wê bi ser bikeve."