Li Los Angelesê di şewatê de herî kêm 5 kes mirin

Li Los Angelesê ji ber şewatê herî kêm 5 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Piştî ku şewat nêzî Bûlwara Hollywoodê û Şanoya Çînê ya navdar bû, biryar hate dayin ku herêm bê valakirin.

Danê êvarê li herêma Studio City jî agir bi qadekê ket û rayedar ketin nava alarmê.

Xisar li 1.500 avahiyan bû û zêdeyî 100 hezar kes neçar man ji ber şewatê birevin. Rayedaran diyar kirin ku 5 kesan jiyana xwe ji dest dan û fikar hene ku hejmara qurbaniyan zêde bibe.

Ji ber şewatê karê endustriya fîlm jî sekinî, kişandina gelek fîlm û bernameyên televîzyonan hate rawestandin.

Merasîma namzetên Oscarê ji 17'ê Çileyê heta 19'ê Çileyê hate taloqkirin.